‘Rewşa ku bi fedekariyan hatiye rêzkirin wê ti kes nikaribe biguhere‘

Endama rêveber a Meclisa Sivîl a Tebqayê Dilşa Mistefa teqez kir ku vîna gel xurt e, rewşa ku bi fedekariya zarên herêmê hatiye xêzkirin ti kes nikare biguhere. Dilşa Mistefa pêwîstiya parastina destkeftiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê destnîşan kir.

‘Rewşa ku bi fedekariyan hatiye rêzkirin wê ti kes nikaribe biguhere‘
‘Rewşa ku bi fedekariyan hatiye rêzkirin wê ti kes nikaribe biguhere‘
‘Rewşa ku bi fedekariyan hatiye rêzkirin wê ti kes nikaribe biguhere‘
3 ÇILE, 2019   18:08

TEBQA

Di çarcoveya rêzecivînên domdar de ku Rêveberiya Sivîl a Tebqayê bi armanca şîrovekirina geşedanên dawîn li dar dixe, Meclisa Sivîl a Tebqayê îro civînek ji şêniyên taxa El-Rafîdeyn li aliyê rojhilatê bajêr orgenîze kir.

Di destpêka civînê de endama rêveber a Meclisa Sivîl a Tebqayê Dilşa Mistefa axivî û pêvajoyên ku herêm tê re derbas bûye û planên hêzên mêtînger li dijî herêmê bi bîr xist û got: "Gelek bûyerên girîng li herêmê rû dan, di serî de serhildana gel li hember êrîşkeran û xwebirêstinê di nav refên leşkerî de da ku xak û gelê herêmê rizgar bikin û biparêzin."

Di dirêjahiya axaftina xwe de Dilşa Mistefa behsa têklîliyên dîplomasî di navbera MSD'ê û hikumeta Sûriyê de û diyar kir ku ew bi çareseriya aloziya Sûriyê re ne bi şerta ku mafên hemû gelê Sûriyê were misogerkirin. Dilşa destnîşan kir ku çareseriya aloziya Sûriyê bi destekê gelê Sûriyê û danîna destûreke nû ku hemû pêkhateyên herêmê tê de cih bigirin pêkan e.

Girêdayî mijara derbasbûna hêzên rêjîmê derdora bajarê Minbicê û belavbûna wan di xeta di navbera Hêzên Leşkerî ya Minbicê û çeteyên dewleta Tirk de Dilşa anî ziman ku YPG'ê hêzên rêjîmê vexwendiye da ku sînor biparêze, ji ber ku parastina Sûriyê erka hemû gelê Sûriyê ye û tenê gelê Sûriyê dikarin xaka xwe beyî alîkariya dewletên derve ku hewl didin timayên xwe li herêmê pêk bînin, biparêzin.

Dilşa di berdewama axaftinên xwe destnîşan kir ku pêwîste pêkhateyên herêmê destkeftiyên ku bi saya fedekariyên şehîdan hatine bidestxistin biparêzin û teqez kir ku vîna gelê herêmê xurt e û kes nikare rewşa ku bi xwîna zarên herêmê hatiye xêzkirin biguhere.

Her wiha Dilşa pêwîstiya  şopandina rêya şehîdan, berdewamkirina rêya têkoşîn û fedekariyê heta ku destkeftiyên herêmê werin parastin destnîşan kir.

Di dawiya axaftina xwe de Dilşa Mistefa bal kişand ku ji bo bicihanîna demokrasiyê pêwîstiya gelê herêmê bi têkoşînê heye û destnîşan kir ku divê gelê herêmê bi yek rêzî, bi hemû hêza xwe welat û projeya neteweya demokratîk biparêzin.

(şx)

ANHA