Gelê Qamişlo cenazeyê Şehîd Silêman spartin axê

Bi tevlêbûna bi sedan şêniyên Qamişlo cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Silêman Murad ku 31‘ê Kanûnê di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibû bi merasîmekê li Goristana Şehîd Delîl Saroxan hate veşartin.

Gelê Qamişlo cenazeyê Şehîd Silêman spartin axê
Gelê Qamişlo cenazeyê Şehîd Silêman spartin axê
Gelê Qamişlo cenazeyê Şehîd Silêman spartin axê
Gelê Qamişlo cenazeyê Şehîd Silêman spartin axê
Gelê Qamişlo cenazeyê Şehîd Silêman spartin axê
Gelê Qamişlo cenazeyê Şehîd Silêman spartin axê
Gelê Qamişlo cenazeyê Şehîd Silêman spartin axê
3 ÇILE, 2019   17:25

QAMIŞLO

Girseya gel cenazeyê şehîd ji Meclisa Malbatên Şehîdan a Taxa Enteriyê ya bajarê Qamişlo wergirtin û bi kerwanekî ber bi Goristanê Şehîd Delîl Sarûxan ve bi rê ketin.

Kerwanê cenaze li goristanê ji aliyê sedan kesî ve bi dirûşmeyên "Şehîd Namirin" hate pêşwazîkirin.

Merasîma leşkerî ji aliyê şervanên Hêzên Erka Xweparastinê û YPG‘ê ve dest pê kir.

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo endama meclisê Fatima El-Casim sersaxî ji malbata şehîd re xwest û wiha domand: "Me salek oxir kir em derbasî yeka nû dibin. Bi destpêka sala nû re em şehîdên ku ji bo parastina gelê xwe fedayetî kirine pêşwazî dikin."

Fermandarê Erka Xweparastinê Feysel Qamişlo di axaftina xwe de tevahî şehîd bi bîr anîn û got" Di kesayeta şehîd Silêman de em hemû şehîdan bibîr tînin û bejna xwe li hemberê ditewînin, bi navê hemû şervanên di çeperan de şer dikin em selavan ji malbata şehîd Silman re dişînin û soza şopandina xeta wî didin ta armancên wan pêk bînin."

Piştî bidawîbûna axaftinan endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo Revîn Şêxmûs nasnameya şehîd xwend û radestî malbata wî kir.

Cenazeyê şehîd Silêman di nava dirûşm û tilîliyên dayikan hate veşartin.

(dh)

ANHA