Çalakgerên Helebê: Têkoşîna me berdewam e heta azadiya Ocalan

Çalakgerên greva birçîbûnê ya taxa Şêxmeqsûd teqez kirin ku ew ji daxwaza xwe ya rakirina tecrîda li dijî Ocalan venagerin û gotin, têkoşîna wan berdewam e heta azadiya Ocalan.

Çalakgerên Helebê: Têkoşîna me berdewam e heta azadiya Ocalan
Çalakgerên Helebê: Têkoşîna me berdewam e heta azadiya Ocalan
Çalakgerên Helebê: Têkoşîna me berdewam e heta azadiya Ocalan
Çalakgerên Helebê: Têkoşîna me berdewam e heta azadiya Ocalan
Çalakgerên Helebê: Têkoşîna me berdewam e heta azadiya Ocalan
Çalakgerên Helebê: Têkoşîna me berdewam e heta azadiya Ocalan
3 ÇILE, 2019   19:20

HELEB

Bi dirûşmeya “Na ji tecrîda li ser serok Ocalan û êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê re" Meclisa Malbatên Şehîdan a taxa Şêxmeqsûd a Helebê greva birçîbûnê li avahiya meclisê da destpêkirin.

Di roja yekemîn a çalakiyê de endamên Tevgera Civaka Demokratîk, komîn, meclis, nûnerên partiyên siyasî û MSD‘ê serdana kon kirin.

Di bin konê çalakiyê de bi navê komînên taxê Wîdad Bekir, bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Xelîl û bi navê PYD‘ê Arif Ebdo û MSD Rewşen Mihemed axivîn.

Di axaftinan de bal hate kişandin ser greva birçîbûnê ya Leyla Guven di girtîgên dewleta Tirk de û hate gotin "Tevî hemû zextan Leyla Guven ji dewleta Tirk re serî netewand û çalakiya xwe ya ji bo azadiya Rêber Ocalan didomîne."

Kesên axivîne her wiha bal kişandin li ser gefên dagirkeriya Tirkiyê li hemberî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gotin" Armanc ji van gefan derxistina tevliheviyê di navbera pêkhateyên herêmê de. Lê ev gefanan moralê me naşkîne, ji ber ku hêza me şehîdên me ne û felsefeya Rêber Ocalan e."

Di axaftinan de hate teqezkirin ku serkeftinên li herêmên hatine bidestxistin berhemên fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û hate gotin ku xwedîderketina li ramanê Ocalan erka wan a sereke ye ta bidawîkirina dagirkeriyê.

Kesên axaftin kirin teqezî li ser girîngiya ku gel bi xwe xwe bi rêve bibe kirin û li hemberî faşîzmaya Tirkiyê bisekinin.

Çalakiya roja yekemîn a greva bi dirûşmeyên daxwaza azadiya Ocalan bi dawî bû. Grev dê sibe berdewam bike.

Kesên ku beşdarî çalakiyê bûne nêrînên xwe bi me re parve kirin.

Aytan Reşo xwişka şehîd Rênas, Bedir û Nedîm got "Kesên azadiya gelê Kurd xwest ji aliyê dewleta Tirk ve hate girtin. Binpêkirinên dagirkeriya Tirkiyê îradeya me têk nabe. Çalakiyên greva biçîbûnê ya ji aliyê girtiyan di serî de ya Leyla Guven delîlê vê yekê ye."

Aytan tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û got:  "Bi tecrîdê Erdogan nikare Rêbertî ji me dûr bixîne, ji ber vîna me bi fikir û felsefeya Rêber Ocalan hatiye avakirin û xurtkirin, têkoşîna me berdewam e heta azadiya Ocalan. "

Girdayî mijarê Bavê Şehîd Çekdar, Mihemed Xelîl pirs  kir, "Gelo komîteyên mafên mirovan, rêxistinên mirovî û civaka navdewletî kiryar û binpêkirinên pêşengê DAIŞ`ê Erdogan nabîne? Çima ew bêdeng in? Gelo ji kiyrarên wî razî ne?"

Mihemed di berdewama axaftina xwe de got" Gelê me ji zulmê serî natewîne, em ê li hemberî hemû komployan bisekinin ta rêbertî ji girtîgeha Îmralî azad bikin, madem hêza me ya parastinê heye em ji gefên Erdogan natirsin."

Nûra Hesen xwişka şehîd Munzir û Berçav ji aliyê xwe de anî ziman ku "Wekî dayik û malbatên şehîdan ji bo azadiya rêbertî ji girtîngeha Îmralî em amade ne hê jî berdêlan bidin."

Bavê şehîd Nîdal, Remzî Bekir got :" Çiqas Erdogan hewl bide nikare me bişkîne, wê nikaribe, ji ber ku em bê hemû derfet û morale xwe ya ku xwe dispêre şehîdan û rêbertî doza xwe biparêzin."

Bavê şehîd Hemîd, Remzî Fewzî got" Erdogan bi binpêkirinên xwe yên li hemberî gelê Kurd û tecrîda li dijî rêbertî xeta kalên xwe Osmanî dişopîne. Erdogan nikar vîna me bişikîne û kombûn û hevgirtina me ya niha li vir di bin vî konî de vê yekê diyar dike."

ANHA