Li bakurê Idlibê şer didome: koçberek birîndar bû

Li Kampa Etmê ya bakurê Idlibê ji ber şerê di navbera çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam û Nûredîn El-Zinkî de koçberek birîndar bû.

Li bakurê Idlibê şer didome: koçberek birîndar bû
3 ÇILE, 2019   16:49

NAVENDA NÛÇEYAN

Hate ragihandin ku li gundên Selwa û Qîla yên bakurê Idlibê şerên giran di navbera çeteyên Nûredîn El-Zinkî û Heyet Tehrîr El-Şam de rû dide. Çeteyên Nûredîn El-Zinkî gundên navborî xistin bin kontrola xwe.

Li gorî çavkaniyên herêmî 35 endamên Heyet Tehrîr El-Şam jê veqetiyan û tev li çeteyên Nûredîn El-Zinkî bûn.

Çavkaniyan dane zanîn ku çeteyên Partiya Îslamî ya Tirkistanî û Hurasedîn qewet ji Heyet Tehrîr El-Şam re şandin.

Tê gotin ku şerê di navbera herdu aliyan de heya niha berdewam e.

Heman çavkaniyî diyar kir ku çeteyên Tirkiyê yên ku beşdarî dagirkirina Efrînê bibû jî li hemberî çeteyên Tehrîr El-Şam destek ji çeteyên koma Nûredîn El-Zingî re şandin.

Çeteyên Cebhe El-Wetanî î li dijî Heyet Tehrîr El-Şam seferberragihandibû.

Di wêne û dîmenê ku çavkaniyan ji herêmê kişandina koçberek ji kampa Etmê de di şer de birîndar bûye û wî radikin nuqteya tenduristiyê ya kampê.

Çavkaniyan diyar kirin li kampê koçberî rû dide.

ANHA