Cenazeyê şehîd Idrîs bi merasîmekî girsayî hate veşartin

Bi sedan şêniyên Dêrikê, Çil Axa, Girkê Legê û Til Koçerê cenzaeyê şervanê Erka Xweparastinê Mihemed Idrîs ê ku li Hesekê dema li ser erkê xwe bû şehîd bûbû spartin axê.

Cenazeyê şehîd Idrîs bi merasîmekî girsayî hate veşartin
Cenazeyê şehîd Idrîs bi merasîmekî girsayî hate veşartin
Cenazeyê şehîd Idrîs bi merasîmekî girsayî hate veşartin
Cenazeyê şehîd Idrîs bi merasîmekî girsayî hate veşartin
3 ÇILE, 2019   17:01

QAMIŞLO

Bi sedan şênî, şervanên YPG, YPJ, Erka Xweparastinê û Asayîşê ji bo oxirkirina cenazeyê endamên Hêzên Erka Xweparastinê Mihemed Idrîs berê xwe dan goristana Şehîdan a Til Koçerê.

Şêniyan wêneyên şehîdan rakirin û sloganên dilsoziya bi şehîdan re û bilindkirina asta berxwedanê berz kirin.

Li goristanê merasîm bi deqeya rêzgirtina leşkerî ji hêla şervanên Hêzên Erka Xweparastinê  ve destpê kir.

Piştre yek ji fermendarên YPG'ê Şengal Til Koçer axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest.

Şengal Til Koçer wiha domand: "Eger em li hember projeyên Erdogan ên zindkirina desthilatdariya Osmanî û dagirkirina xaka Sûriyê nesekinin dîrok me efû nake. Bi saya QSD'ê em ê hemû planên Erdogan têk bibin".

Şengal Til Koçer hemû şervanên li eniyên şer silav kir û soza şopandina rêya şehîdan da.

Paşê hevserokê Desteya Enerjiyê ya Herêma Cizîrê Ebdulkerîm Melêk bi navê Rêveberiya Xweser axivî û şehîdên azadiyê bi bîr anî û sersaxî ji malbata şehîd Mihemed Idrîs re xwest.

Di berdewama axaftina xwe de Ebdulkerîm destnîşan kir ku "Peyv têra wesifandina şehîd nakin, ji ber ku ew di hişê me de zindî ne, heta em layîqî şehîdan bibin divê em wan di wijdanê xwe de biçînin û ji bo pêkanîna aramncên wan divê li ser şopa wan bimeşin.  Li hember komployên li dijî herêmê di serî de komployên dewleta Tirk serî netewînin û dê her bostek ji xaka Sûriyê ji wan komên tarî rizgar bikin.

Piştre nasnameya  şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin. Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeya şehîd Mihemed Idrîs li goristana şehîdan a Til Koçerê veşartin.

Merasîma sersaxiya şehîd dê sibe li gundê Mesadê yê girêdayî navçeya Til Koçerê pêk were.

(şx)

ANHA