Li Minbicê wêneyek ji xebatên şaredariyê

Şaredariya Gel a Minbicê xebatên xwe yên paqijkirina herêmê bê navber didomîne.

Li Minbicê wêneyek ji xebatên şaredariyê
Li Minbicê wêneyek ji xebatên şaredariyê
Li Minbicê wêneyek ji xebatên şaredariyê
Li Minbicê wêneyek ji xebatên şaredariyê
Li Minbicê wêneyek ji xebatên şaredariyê
19 kanûn, 2018   08:32

ŞERÎF EL-ABO / MINBIC

Berpirsyariya paqijkirina bajêr dikeve ser milê beşa geracê ya girêdayî Şaredariya Gel a Minbicê. Beş ji zêdetirî 300 endaman pêk tê û di nav du koman de dixebitin. Koma yekê ji saet 07.00’ê sibehan û heya 02.00’yê piştî nîvro dixebite û ya din ji saet 05.00’an ber êvarê û heta nîvê şevê dixebite.

Şaredariyê ji bo hêsankirina meşandina xebatên xizmetguzariyê bajar dabeşî 5 beşan kiriye; Riyên Heleb, Cerablus, El-Xefse, bajarokê Kevn û Rêya Cizîrê. Ruxmî ku rojane derdora 4 caran ev beş tên paqijkirin lê dîsa jî diyardeya tûrên çopê ji her du aliyê rêyan bi dawî nebûye.

Wek girtek şaredariyê hezar û 400 hawiye jê 200 li gundewar û yên din di nav bajêr de belav kir.

Girêdayî mijarê hevserokê Şaredariya Gel a Minbicê Qasim El-Ebûd got ew amade ne hejmareke din ji hawiyan bînin, eger hejmara heyî têrê nekir. Her wiha bang li şêniyan kir ku ji bo parastina paqijkiya bajêr çopê bavêjin cihên wê yên diyarkirî. 

Ji aliyekî din ve Qasim El-Ebûd diyar kir ku girêdayî pêwîstiya boyaxkirina deriyên dikanan bi rengê şîn şaredariyê belavok belav kiriye û got: "Xwediyê dikanan di boyaxkirina deriyên dikanên xwe de bi dilê xwe ne. Eger bixwazin şaredarî boyax bike wê lêçûnê bidin an jî bila bi xwe boyax bikin."

Qasim da zanîn ku şaredariyê ev reng pejirandiye ji ber ku ji piranya pîşeyan re guncaw e. Li ser wê şaredariyê dest bi boyaxkirina parka bajêr kiriye.

Di dawiyê de Qasim El-Ebûd destnîşan kir ku hindek pirsgirêk derketine ji lew re ew hewl didin çareser bikin û diyar kir ku tîma agirkujiyê amade ye û şênî dikarin li ser vê hejmarê (0934904890) li tîmê bigerin.

(şx)

ANHA