Şahoz Hesen: Gef li ser pêşaroja Sûriyê û hemû gela ye

Şahoz Hesen diyar kir ku Erdogan ji xilasbûna DAIŞ’ê ditirse û wiha got: “Tiştên ku çeteyên DAIŞ’ê nekarî bi destbixe, niha dewleta Tirk dixwaze heman tiştan pêkbîne.”

Şahoz Hesen: Gef li ser pêşaroja Sûriyê û hemû gela ye
19 kanûn, 2018   08:08

MÛRADA KENDA / QAMIŞLO

Serokomarê dewleta Tirk a dagirker di 12’ê kanunê de gefên êrîşan li ser herêmên rizgarkirî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Tekildarî gefên dewleta Tirk hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Şahoz Hesen ji ajansa me re axivî û got: “Hêzên navnetewî ji rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê berpirsyar in.”

‘Dewleta Tirk bi gefên li ser herêmê projeya Netewa Demokratîk hedef digre’

Şahoz Hesen di destpêkê de bal kişand ser tehdîd û gefên ku dewleta Tirk di destpêka aloziya Sûriyê de li ser gelên Sûriyê dike û wiha axivî: “Dewleta Tirk destpêkê bi rêya komên çete êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Dewleta Tirk, gefa êrîşan li ser herêmên ku QSD’ê ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirî dike. Armanc, dagirkirina herêmê û di serî de gelê Kurd tinekirin û qirkirina hemû gelan e. Armanca wan di şerê Serêkaniyê, Kobanê û Efrînê de diyar bû. Gelê Kurd di Rojava yê Kurdistanê de têkoşîneke mezin ji bo sîstema Netewa Demokratîk da. Êdî sîstema Netewa Demokratîk gihiştiye asteke ku ji aloziya Sûriyê re bûye çareseriyek alternatif. Di sîstema Netewa Demokratîk de hêviyên hemû gelan derdikevin holê. Ji bo wê jî dewleta Tirk a dagirker projeya Netewa Demokratîk hedef girtiye.”

‘Dawîlêhatina DAIŞ’ê Erdogan ditirsîn e’

Şahoz Hesen bal kişand ser hamleya Rizgarkirina Bagera Cizîrê û wiha got: “Çeteyên DAIŞ’ê li Hecînê ber bi dawîbûnê ve diçe. Erdogan ji dawîlêhatina DAIŞ’ ê ditirse. Dewleta Tirk a dagirker dixwaze tiştên ku çeteyên DAIŞ’ê bi dest nexistî, bi eşkere dixwaze pêkbîne.”

‘Bi gefên qeyrana di hindirê Tirkiyê de vedişêrin’

Şahoz Hesen destnîşan kir ku di hilbijartinên berê de lihevkirina AKP û MHP’ê li ser esasê netewperestî, nijadperestî û faşîzmê pêkhat û gotinên xwe wiha berdewam kir: “Encamê lihevkirina wan di şerê Efrînê de derket holê. Dixwazin berdewamkirina vê siyaseta nîjadperest û faşîst di hilbijartinên 31’ê adarê de jî pêk bînin. Di Tirkiyê de jiyana siyasî felç bûye û aloziya aborî didome. Erdogan, ji bo veşartina qeyrana aborî, civakî, siyasî û leşkerî ya di hindirê Tirkiyê de, gefan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe. Erdogan dixwaze bi gefên li ser Netewa Demokratîk çavên gelê Tirkiyê tarî bike û dîsa di hilbijartinan de bi serbikeve. Dîktatoriyek eşkere li Tirkiyê tê meşandin.”

‘Gef li ser pêşaroja Sûriyê û hemû gela ye’

Şahoz Hesen diyar kir ku tekoşîna projeya Netewa Demokratîk bi pêşengtiya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê planên dewleta Tirk vale derxist û wiha pêde çû:  “Serkeftinên QSD’ê yên li dijî çeteyên DAIŞ’ê ji tevahiya cîhanê re bû mînak. Armanca dewleta Tirk tinekirina projeya Netewa Demokratîk e û ev yek li gorî planên hikumeta Sûriyê jî ye. Hikumeta Sûriyê jî dixwaze desthilatdariya xwe li ser herêmên hatiye rizgarkirin jî çêbike. Ev jî pêşarojek tarî ye. Pêwîste hemû hêzên demokrat ên Sûriyê li hemberî planên dewleta Tirk hişyarbin û têbikoşin. Wê valederxistina gefa êrîşên, projeya Netewa Demokratîk pêşbixe û wê xizmeta avakirina Sûriya demokratîk bike. Ev gef li ser projeya Bakûrê Sûriyê û hemû pêkhateyên Sûriyê ye.”

‘Berdewamkirina aloziya Sûriyê wê DAIŞ’ek nû ava bike’

Hesen got ku hêzên navnetewî ji rewşa Sûriyê berpirsyarin û wiha gotinên xwe wiha dewam kir: “Berdewamkirina ve rewşê wê aloziya di Sûriyê de kûrtir bike. Berdewamkirina aloziyê û gefên Erdogan, li dijî hemû berjewendiyên dewletan e. Her wiha ev alozî wê DAIŞ’ek nû bi xwe re bide avakirin. DAIŞ bi temamî bi dawî nebû ye. Derfetdayîna hişmendiya netewperestî, nijatperestî û faşîst wê karesatek mezin di Sûriyê de derxe holê. Çawa ku aloziya Sûriyê rê li ber hebûna DAIŞ’ê vekir, niha jî dixwazin zemîna tinekirina hêzên demokratîk ava bikin û tevlîheviyek mezin derxin holê. Divê Rûsya û Amerîka li dijî gef û planên Erdogan hesabên şaş nekin. Bila Rûsya û Amerîka zanibe ku xûrt bûna hişmendiya faşîzm û netewperestiya dewleta Tirk, ji berjewendiyên her dû aliyan re jî nabe. Heger dubare hêzek wekî DAIŞ’ê derbikeve hole, ev ji bo Rûsya, Amerîka û hemû dewletên Ewrûpa jî xeterîyeke.”

‘Dijminatiya Netewa Demokratîk dikeve xizmeta Tirkiyê’

Hevserokê PYD Şahoz Hesen anî ziman ku wê dewleta Tirk a dagirker çeteyên li Idlib, Cerablûs, Bab, Ezaz û Efrînê de kom kirî li gorî berjewendiyên xwe bikar bîne û wiha got: “Lê di esasê wê de dewleta Tirk êrîşî herêman dike. Ev li Efrînê hate dîtin. Ji bo rewakirina xwe avabikin, xwe di bin siya çeteyan de vedişêrin. Çeteyên ku niha dixwazin aramiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xirab bikin bi dewleta Tirk a dagirker ve giredayî ne. Em ve baş dizanin lê bila cîhan giştî jî zanibe. Hêzên bi dil û can ku dixwazin gûhartinek di Sûriyê de pêk werê pêwîste Netewa Demokratîk ji xwe re esas bigrin û piştgiriya wê bikin. Yên ku dijminatiya sîstema Netewa Demokratîk dike xizmeta dewleta Tirk û hikûmeta Sûriyê dike. Mafê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye ku li dijî gef û êrîşên dewleta Tirk li ber xwe bide.”

‘Emerîka baş dizane kî DAIŞ’e’

Şahoz Hesen nêzîkatiyên Emerîka yên li dijî Erdogan wiha nirxand: “Qaşo Emerîka dibêje ku ez dewletek NATO’yê me û hêza sereke ya li dijî DAIŞ’ê me. Yê ku DAİŞ avakiriye û niha jî xwedî dike Tirkiye’ye û Emerîka vê rastiyê baş dizane. Projeya Erdogan bi xwe jî îslamek radîkal û nîjadperestiye. Di encamê de tu cudahî di navbera hişmeniya wî û DAIŞ’ê de tune ye. Erdogan vekirî dibêje di mijara Minbic ê de wan û Emerîka li hev kirine. Niha jî dixwazin li ser lihevkirinan gelê herêmê û sîstema Netewa Demokratîk tune bikin. Eger di çareseriya pirsgirêka Sûriyê de gelên herêmê û sîstema Netewa Demokratîk nebe wê kî hebe? Hemû dewletên navnetewî bila baş zanibin ku yên li dijî DAÎŞ şer kirin û bi ser ketin gelê herêmê û QSD bûn. Em zelal dibejin ku heger di çareserkirina pirsgirêka Sûriyê de Netewa Demokratîk cihê xwe negire pêşeroja Sûriyê wê tarî, xeter û bitirs be.”

‘Pilanên Rûsya bi Tirkiyê re wê bi xeterî lê biqûlibe’

Şahoz Hesen di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku tekiliyên Rûsya bi Tirkiyê re wê gav bi gav berbi xeteriyê ve biqûlibe û wiha got: “Pilanên dewleta Rûsya jî tinekirina gelê Kurd û hilweşandina sîstema Netewa Demokratîk e. Ev pilanên ku tê kirin şaşin. Ji ber yek; Kurd tine nabin. Ya duyê Netewa Demokratîk nayê hilweşandin û wê heya dawî li ber xwe bide. Siyaseta dewleta Tirk a ji avakirina Osmaniya nû ji bo hemû dewletên navnetewî xeter e. Pêwîste hemû dewletên navnetewî we xeteriyê bibînin.”

‘Rêya serkeftinê di berxwedan û yekitiya gelê Kurd de ye’  

Şahoz Hesen destnîşan kir ku li dijî wan gef û êrîşên dewleta Tirk, yekane rêya serkeftinê berxwedan û yekîtiya gelê Kurd û gelan e û wiha axivî: “Nêzîkatiyên partîtî, hişmendiya perçekirin, dijminatî û dijberiya berxwedanê bike, wê dijminahiya gelê Kurd bike. Ev nêzîkatî xizmeta dijmin dike.”

‘Divê em hemû bi ruhê seferberiyê tevlî berxwedanê bibin’

Hevserokê PYD Şahoz Hesen di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku berxwedana were meşandin wê nasname û hebûna me garantî bike û wiha got: “Divê em hemû bi ruhê seferberiyê tevlî berxwedanê bibin. Berxwedana me hertim destkeftiyên nû bi xwe re tîne. Em ji xwe, hêz û vîna gelê xwe yê berxwedêr bawerin. Wê berxwedana me serkeftinên mezin ji bo hemû Sûriyê avabike û wê dîrok vê ispat bike.”

ANHA