‘Erdogan hewl dide tevna niştîmanî xirab bike‘

Endamên Meclisa Sivîl a Reqayê destnîşan kir ku Erdogan dixwaze mozayîka niştîmanî û biratiya gelan li herêmê têk bibe û teqez kir ku ew ê bi yekrêziyekê li hember êrîşên dewleta Tirk bisekinin.

‘Erdogan hewl dide tevna niştîmanî xirab bike‘
19 kanûn, 2018   08:40

HEMED EL-MUSTEFA – EMÎNA EL-ELÎ / REQA

Der barê gefên Tirkiyê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de endamên Meclisa Sivîl a Reqayê nêrînên xwe ji ajansa me Hawarê parve kirin.

Endamê Meclisa Zagonsaz Butros El-Bustanî wiha axivî: “Erdoganê desthilatdar gefan li  ewlehiya şêniyên li herêmê dixwe, bi vî awayî dixwaze mozayîka niştîmanî û biratiya li vir têk bibe. Em wek şêniyên Reqayê van gef û planan napejirînin û bang li civaka navdewletî û hêzên aştîxwaz dikin ku li hemberî planên Erdogan bisekinin."

Şêwekar û endamê Komîteya Çand û Hunerê ya Reqayê Seîd Sîrac jî wiha got: "Erdogan sedema koçberkirina vî gelî ye û wêrankirina malên wan e. Erdogan sînor ji komên terorîst re vekiriye."

Sîrac di berdewamê de anî ziman ku dewleta Tirk kiryarên nemirovî li dijî gelê Sûriyê pêk anîn û ev tişt got: "Dewleta Tirk li gelê Sûriyê îxanet kir. Erdogan îro dixwaze planên xwe yên kujerî, bi xwe pêk bîne. Berê ew plan bi destê DAIŞ’ê pêk dianîn. Em ji kesên ku dixwazin êrîşî me bikin re dibêjin em ê bi vîn û fikrê azad li ser bingeha biratiya gelan destkeftiyên xwe biparêzin."

Rêveberiya Meclisa Mala Jinan Xilûd Remedan ji aliyê xwe ve destnîşan kir ku bi îradeya jinên azad dê planên Tirkiyeyê têk biçin û wiha axivî: "Wek jinên Reqayê em gef û êrîşên Tirkiyeyê li ser xaka ku bi xwîna şehîdan hatiye avdan, qebûl nakin. Gelê me jiyana azad û birûmet hilbijartiye û bûye aşiqê azadiyê. Tu kes nikare vê eşqê têk bibe. Em hemû amade ne ku fedayî wê jiyanê bin. Ji ber vê em ê li hember planan bisekinin."

ANHA