Niyeta dewleta Tirk ji gelê Sûriyê re eşkere ye

Di aloziya Sûriyê de niyeta rasteqîn a dewleta Tirk a dagirker eşkere bû. Derket holê dewleta Tirk ku ji bilî xwe tu aliyên din qebûl nake û armanca wê tenê ew e ku çawa dibe bila bibe xewna Osmaniyan a dagirkirina herêman zindî bike.

Niyeta dewleta Tirk ji gelê Sûriyê re eşkere ye
19 kanûn, 2018   07:55

KOBANÊ

Helwesta neyînî ya Tirkiyeyê li hember herêmê ji şêniyên Kobanê û şêniyên hemû bajarên Bakur û Rojhilata Sûriyê re diyar e.

Welatiyê bi navê Mistefa Mihemed têkildarî mijarê wiha dibêje: "Me tu gule ber bi Tirkiyeyê ve neavêtine. Gelo Tirkiye bi gefên xwe çi ji me dixwaze?"

Ji aliyê xwe ve welatiyê bi navê Xelîl Ehmed wiha got: "Tirkiye îdia dike ku şerê terorê dike, lê di heman demê de piştgiriya DAIŞ'ê dike. Dualiya Tirkiyeyê bi delîl û belgeyan xuya ye."

Xelîl her wiha dibêje: "Saziya leşkerî ya Tirkiyeyê naxwaze aştî li herêmê pêk were, pirsgirêkan diafirîne da ku berjewendiyên xwe yên tûranî bi cih bîne."

Wekî tê zanîn ku projeya Rêveberiya Xweser li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hatiye û  destkeftiyên mezin qezenc kirine. Tirkiye ku vê projeyê wek xetere ji bo berjewendiyên xwe dibîne, gefên xwe li dijî herêmê dubare dike.

Polîtîkayên dijber ên Tirkiyeyê li herêmê ne ji rêzê ne, dîroka Tirkiyeyê bi komkujiyên tijî ye, mînakên vê qirkirina Ermenan, komkujiyên li ser gelê Kurd û pêkhateyên dîtir in.

Siyaseta Tirkiyeyê hişt ku gelek bertek li hemberî wê derkevin. Têkiliya wê bi Yekitiya Ewropayê û dewletên cîran re paşde çû û li gel ku dixwaze li Rojhilata Navîn xwe îsbat bike jî, gelê wê tengav bûye.

Di rastiyê de tu gule ji Rojava ber bi Tirkiyeyê ve nehatine avêtin, lê binpêkirinên aliyê Tirk li Efrîn û herêmên din û piştgiriya wê ji DAIŞ'ê re nayê veşartin. Ev rastî li kolana Sûriyê, bi taybet li Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar in. Gelê herêmê dizane ku armancên Tirkiyeyê ji gefan ew e ku ewlehiya herêmê têk bibe û tevliheviyê di navbera pêkhateyan de derxe.

Lê baweriya şêniyan bi QSD'ê heye, ji lew re mirov dibîne ku şênî jiyana xwe ya asayî didomînin, bêyî ku şerê taybet û derûnî yê Tirkiyê bandorê lê bike.

Di nav van bûyeran de, bi saya keda Hêzên Ewlekariya Hundirîn û QSD'ê di bin banê Rêveberiya Xweser de, herêm di nav aramiyê de ye.

(şx)

ANHA