'Armanca gefên Erdogan têkbirina çareseriya siyasî ya Sûrî-Sûrî ye'

Siyasetmedarên Bakurê Sûriyê got armanca gefên Erdogan dagirkirina herêmê û têkbirina çareseriya siyasî ya Sûrî-Sûrî ye.

'Armanca gefên Erdogan têkbirina çareseriya siyasî ya Sûrî-Sûrî ye'
19 kanûn, 2018   07:36

HESEKÊ

Li seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nerazîbûna gel li hember gefên serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan zêde dibin. Hemû pêkhateyên herêmê van gefan red dikin.

Girêdayî mijarê siyasetmedarên Bakurê Sûriyê nêrînên xwe ji ajansa me Hawarê re parve kirin.

Cîgirê serokê Buroya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya Herêma Cizîrê Samêr Behî destnîşan kir ku ew li hember gefên Erdogan ku li herêmê têk diçe, matmayî namînin û wiha got: "Çendîn DAIŞ'ê derbeyên giran bixwe, Erdogan derdikeve û daxuyaniyan dide. Erdogan bi van daxuyaniyan hewl dide morala DAIŞ'ê bilind bike û bi xwe herêmê dagir bike."

Her wiha diya kir ku ew wan gefan red dikin û bang li civata navdewletî kir ku li gel hêviyên şêniyên herêmê ji bo rûniştandina ewlehiyê, bertekeke cidî li hember gefên Tirkiyeyê bidin.

Samêr Behî xuya kir ku DAIŞ li rojhilatê çemê Firatê nefesa xwe ya dawîn dide, ji ber wê Erdogan gefên êrîşan û dagirkirinê ji bo têkbirina ewlehiya herêmê dixwe. Cîgirê Buroya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Samêr Behî bang li gelê Tirk kir ku ji siyaseta hikumeta xwe hişyar bin, ji ber ku ev siyaset dê zirarê bide gelê Tirkiyeyê, eger Erdogan di hişmendiya Osmanî de berdewam bike.

Cîgirê sekreterê giştî yê Partiya Muhafazakar a Demokratîk Ekrem El-Mehşûş got daxuyaniyên Erdogan dema ku DAIŞ li ber têkçûnê ye, tên. Li gorî El-Mehşûş şermezarkirin tenê têrê nake û wiha got: "Ji aliyê me ve û ji bo li hember gefên Tirkiyeyê were sekinandin, bertekên cidî pêwîst in, mîna seferberiya giştî."

Ji aliyê xwe ve hevberpirsê Partiya Yekîtiya Suryan şaxê Hesekê Gabriyal Şemon diyar kir ku gefên Tirkiyê yên dawîn hewldaneke ji bo astengkirina pêşketinên QSD'ê li dijî DAIŞ'ê li Bakurê Suriyê ye. Her wiha destnîşan kir ku Erdogan hewl dide çareseriya siyasî ya Sûrî-Sûrî têk bibe.

Di berdewama gotinên xwe Gabriyal xuya kir ku Erdogan bi navê ku QSD'ê ji ewlehiya neteweyî ya Tirkiyeyê re tehdîdek e, armanc dike temenê aloziya Sûriyê dirêj bike û aloziya xwe derbasî derve bike.

Di dawiyê de Gabriyal destnîşan ku Rejîma Sûriyê û civaka navdewletî berpirsên encamên gefên Tirkiyeyê ne û wiha got: "Di berxwedana xwe de em berdewam in û wek pêkhateyên herêmê em ê bi yekrêzî li hember êrîşên Tirkiyeyê yên ku têkbirina çareseriya siyasî ya Sûrî-Sûrî dikin hedef, bisekinin."

(şx)

ANHA