Apê Şikrî mînaka giyana berxwedan û parastina Efrînê ye

Ruxmî temenê xwe yê mezin apê Şikrî riyên dûr û dirêj li ser çiyayên Efrînê û di bin êrîşên hawayî yên artêşa Tirk a dagirker de dimeşiya da ku xwarin û pêdiviyên şervanan di zûtirîn dem de bighîne eniyên şer.

Apê Şikrî mînaka giyana berxwedan û parastina Efrînê ye
Apê Şikrî mînaka giyana berxwedan û parastina Efrînê ye
19 kanûn, 2018   06:48

FÎDAN ABDULLAH / EFRÎN

Şêniyên Efrînê li hember êrîşên dagirkeriya Tirk di pêngava yekemîn a Berxwedana Serdemê de wek nîşaneya girêdana bi xakê û redkirina dagirkeriyê berdêlên giranbuha dan û piştgiriya şervanên YPJ û YPG'ê bi gotin û di pratîkê de anîn ziman.

Apê Şikrî Hebeş(63) ji şêniyên gundê Bilîlka yê girêdayî herêma Reco’ye û bavê 6 şervanên ku cihê xwe li eniyên Berxwedana Serdemê girtine ye.

Dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê yên hov di êrîşên xwe yên li ser Kantona Efrînê de mirov, kevir û heta dar jî bombebarankirin. Gundê Bilîlka ya bir ser navçeya Reco’ye yek ji van gundan e ku herî zêde rastî van êrîşan hatiye.

Bi bilindbûna asta êrîşan re malbata apê Şikrî neçar dimîne biçe navenda bajarê Efrînê û li gel xizmên xwe. Lê apê Şikrî derketina ji gund û rûniştina li mal di dema ku parastin pêwîst e red dike û bi şêwaza xwe tev li Berxwedana Serdemê dibe.

Parastin ne tenê rakirina çek e. Li ser bingeha vê hevokê apê Şikrî bi insiyatîfa xwe xwarin û pêdiviyên şervanan bi rêya sewalan piştî ku artêşa Tirk erebe dikir hedef, dighine şervanên ku li eniyên şerin.

Ji roja destpêkê ya Brexwedana Serdemê apê Şirkî ji saetên berbangê sibehê ve şiyar dibe û hemû pêdiviyên şervanan ji xwarin, cebilxane û çexire li sewala xwe dike û piştî ku li ber sobeya êzingan çayê xwe vedixwe li ser daxwazên fermendariyê dest bi rêwîtiya gihandina pêdiviyan ji şervanan re li eniyên şer li gelek gundên herêma Recoyê dike.

Serma, baran, riya çiya û geliyan a dirêj û heta balafirên artêşa Tirk a dagirker li ber hewldana apê Şikrî ji bo gihandina pêdiviyan ji şervanan re di zûtirîn dem de nebûne asteng.

Apê Şikrî xuya kir ku ew rojane derdora 20 km heta ku bighêje noqteya şervana dimeşî û piraniya rojan zêdetirî carekê çûye û hatiye. Her wiha destnîşan kir ku gelek caran tehluka mirinê derbaskiriye. Ji ber ku balafirên artêşa Tirk a dagirker hertim li asîmana herêmê hebûne.

Di dawiya gotinên xwe de apê Şikrî teqez kir ku temenê wî yê mezin û astengiyên dijwar ên wê demê bandor li moral û giyana wê nekirine û diyar kir ku piştgiriya şervanan di wan rojan de ji hîmên sereke yên jiyanê bûn e, ji ber ku ew çaranûsa xwe di hebûna wan de dîtiye.

Berxwedan û israra apê Şikrî ji bo piştgiriya şervanan heta roja me ya îro berdewam e. Apê Şikrî tevî bi hezaran malbatên Efrînê ku ji ber zêdebûna êrîşan û dagirkirina Efrînê neçar man ji kantonê derkevin û berê xwe dan Kantona Şehbayê, niha li Kampa Berxwedan dimîne. Apê Şikrî tekez dike ku ta rizgarkirina Efrînê ew ê li Kampa Berxwedanê li berxwe bide.

(şx)

ANHA