Garrett: Tirkiye li herêmê dagirker e

Endamê Kongreya Amerîkayê Thomas Alexander Garrett diyar kir ku Tirkiye îdia dike wê Efrîn, Cerablus û Babê rizgar kirin e, lê ya rast ewe ku herêm ji aliyê wê ve hatine dagirkirin. Garrett got: "Di rastiyê de Tirkiyê bi Rûsya û Îranê re danûstandinan dike, ji lew re divê Tirkiye yan ji Sûriyê derkeve yan jî ji NATO'yê were derxistin."

Garrett: Tirkiye li herêmê dagirker e
Garrett: Tirkiye li herêmê dagirker e
Garrett: Tirkiye li herêmê dagirker e
19 kanûn, 2018   06:41

NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê Kongreya Amerîkayê ji Partiya Cumhûrî û endamê Komîteya Têkiliyên Derve yê Kongreya Amerîkayê Thomas Alexander Garrett di hevpevînekê de li gel kenala One America anî ziman ku wî di serdana xwe de ya ji bo herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku  5 rojan berdewam kiriye, dît ku Tirkiye mîna dijminê Amerîkayê tevdigere û agahiyên rast nagihêjin Serokê Amerîkayê.

Her wiha Thomas Garrett bi bîr xist ku di serdanê de çûye herêmên di navbera Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê û çeteyên Mertala Firatê li ser xeta çemê Sacûrê û diyar kir ku ew bi çavê xwe avahiyên ku ji hêla endamên artêşa Tirk a dagirker ve hatine hedefgirtin dîtiye û wiha got: "Şêniyên herêmê ji min pirs dikirin, gelo çima Amerîka destûr dide Tirkiye ku wisa bi wan bike?"

Thomas Garrett di berdewama hevdîtina xwe de diyar kir ku Tikriye Efrîn, Cerablus û Bab dagirkiriye û îdiayên wê yên rizgarkirina van herêman ne rast in. Garrett destnîşan kir ku Tirkiyê zimanê Tirkî li ser zarokên Efrînê ferz dike.

Endamê Kongreya Amerîkî Garret anî ziman ku ku Tirkiye îdia dike ku ew  hevalbendê Amerîkayê ye û ew endamê NATO'yê ye, lê nêzîkatiyên wê ne li ser vê bingehî ne û wiha axivî: "Di rastiyê de Tirkiye li dijberî Amerîkayê li herêmê bi Rûsya û Îranê re têkîliyan ava dike. Ji lew re divê Tirkiyê yan ji NATO'yê derkeve yan jî ji Sûriyê. "

Endamê Kongreya Amerîkayê ji Partiya Cumhûrî û endamê Komîteya Têkîliyên Derve a Kongerya Amerîkayê Thomas Alexander Garrett di 22'yê Mijdarê de serdana herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kiribû, serdana wî 5 rojan dom kir. Di serdanê de Thomas Garrett bi nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Herêma Cizîrê, nûnerên Rêveberiya Xweser a Sivîl a Minbicê, nûnerên Meclisa Sivîl a Reqa, Tebqa û Dêrazorê, fermendarên Meclisa Leşkerî ya Minbicê, Babê û Cerablusê re hatiye ba hev. Di 23'yê Mijdarê de jî serdana xeta di navbera şervanên Meclisa Minbicê ya Leşkerî û çeteyên Mertala Firatê de li xeta El-Sacûr kirbû.

Di serdanê de endamê Kongreya Amerîkayê bi hevserokê Meclisa Sûriye Demokratîk Riyad Dirar, hevseroka Meclisa Rêveber a MSD'ê Îlham Ehmed, hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid û Ebid El-Mihbaş, hevserokên Meclisa Rêveber a Federasyona Demokratîk Foza Yûsif û Senherîb Bersûm û hevserokê Meclisa Federasyona Demokratîk Mensûr El-Selûm re rûnişt.

Nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di serdanê de ji endama Kongreya Amerîkayê re xuya kiribûn ku herêm di nav ewlehî û aramiyê de ye lê Tirkiyê bi gefên xwe tiresê dixe dilê şêniyan.

(şx)

ANHA