Li Şerayê teqîneke mezin pêk hat

Di saetên şevê de li navçeya Şera ya Efrînê teqîneke mezin li ber navendeke artêşa Tirk a dagirker pêk hat.

Li Şerayê teqîneke mezin pêk hat
18 kanûn, 2018   19:35

EFRÎN

Li gorî agahiyên hatin girtin, li nêzî fermandariyeke artêşa Tirk a dagirker teqîneke mezin pêk hatiye.

Têkildarî teqînê heta niha agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

16’ê Kanûnê li Qada Kawa ya Efrînê li dijî çeteyan teqînek hatibû pêkanîn.

Odeya Çalakiya Xezeba Zeytûnê,ragihandibû ku li dijî baregeheke ya leşkerî ya li navenda Efrînê çalakiyek kirbû. Ji koma çeteyên Cebhet El Şamiye 25 çete hatibûn kuştin.