Şervanên QSD‘ê êrîşeke çeteyan têk bibirin

Li Hecînê şervanên QSD‘ê êrîşeke çeteyên DAIŞ‘ê ya bi erebeyeke bombebarkirî têk bibirin. Di xebatên paqijkirinê de erebeyeke bombebarkirî ket destê şervanan.

Şervanên QSD‘ê êrîşeke çeteyan têk bibirin
18 kanûn, 2018   19:28

DÊRAZOR

Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya "Şerê Tinekirina Terorê" bi pêşdeçûnên şervanên QSD‘ê didome.

Çeteyên DAIŞ‘ê di saetên êvarî de hewl dan bi erebeyeke bombebarkirî êrîşî noqteyên şervanên QSD‘ê yên li Hecînê bibin. Êrîş beriya ku bighêje armancên xwe ji aliyê şervanan ve hate şkandin û êrîşkarê hate kuştin û erebe hate desteserkirin.

Li aliyekî din jî, şervanên QSD‘ê di xebatên paqijkirina deverên rizgarkirî li Hecînê de erebeyeke bombebarkirî ku bi tonan madeyên teqemeniyê tê hebûn  desteserkirin.