Gelê Babê li hemberî dagirkeriya Tirkiyê daketin qadan

Gelê Babê yên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de, li dijî dewleta Tirk û çeteyên wê daketin kolanan.

Gelê Babê li hemberî dagirkeriya Tirkiyê daketin qadan
18 kanûn, 2018   20:53

NAVENDA NÛÇEYAN 

Hate ragihandin ku gelê bajarê Babê ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirker li hemberî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê daketin qadan.

Xelkên bajarê Babê li Qada Alem a dikeve navenda bajêr kom bûn û bi dirûşman daxwaza derketina dagirkeran hatin qîrkirin.  Di heman demê de rê hatin girtin, tekere hatin şewitandin.