Çalakgerên greva birçîbûnê ya Amûdê banga hevgirtinê kirin

Çalakiya greva birçîbûnê ya şeniyên Amûdê bi dawî bû. Çalakgeran banga hevgirtinê li hember binpkirinên dagirkeriya Tirkiyê kirin.

Çalakgerên greva birçîbûnê ya Amûdê banga hevgirtinê kirin
Çalakgerên greva birçîbûnê ya Amûdê banga hevgirtinê kirin
Çalakgerên greva birçîbûnê ya Amûdê banga hevgirtinê kirin
Çalakgerên greva birçîbûnê ya Amûdê banga hevgirtinê kirin
Çalakgerên greva birçîbûnê ya Amûdê banga hevgirtinê kirin
16 kanûn, 2018   17:38

QAMIŞLO

Li navçeya Amûdê ya Qamişlo 450 kes bi pêşengtiya Kongreya Star û PYD’ê li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgirîkirina Leyla Guven ketibûn greva birçîbûnê.

Çalakiya grevê bi dirûşmeya "Em ê tecrîdê û faşîzmeyê hilweşînin û bi rêber Apo re azad bijîn" li navenda Çand û Huner ya Hûrî hatibû lidarxistin.

Di herdu rojên grevê de bi sedan şênî û endamên saziyên sivîl serdana çalakeran kirin û piştgiriya xwe bi wan re nîaşn dan.

Çalakiya gerva birçîbûnê îro bi daxuyaniyekê bi dawî bû. Daxuyanî ji hêla hevseroka Meclisa navçeya Amûdê Selwa Silêman ve hate xwendin.

Di destpêka daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku tecrîdkirina ku li Ocalan hatiye ferzkirin di çarçovaya siyaseta Tirkiyê ya qirkirinê û inkarkirinê Kurd û dozên demokratîk  de tê.

Di daxuyaniyê de bi navê Kongreya Star û Partiya Yekitiya Demokratîk bang li gelê Sûriyê bi hemû pêkhateyên wê hate kirin ku bi yek destî li hemberî kiryarên dagirkeran bisekinin û dagirkeran ji herêmê biqewitînin. Her wiha banga xebateke hevpar ji bo parastina destkeftiyên ku di bin banê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de hatine qezenkirin, hate kirin.

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku modêla Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye pêşniyarkirin û tecrîda li dijî Ocalan wekî tecrîda li dijî tevahî gelên herêmên hate bi navkirin.

Her wiha di daxuyaniyê de ji bo rakirina tecrîdê û azadiya Ocalan banga têkoşîna aştiyane û demokratîk li hemû hêzên demokratîk ên herêmê û cîhanê hate kirin.

Di dawiya çalakiyê de koma Şehîd Delîl a girêdayî Navenda Çand û Hunerê ya navçeya Amûdê  stranên şoreşgerî pêşkêş kirin.

(şx)

ANHA