Malbatên şehîdan: Bila Konseya Ewlekariyê erka xwe pêk bîne

Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrînê  ji civaka navdewletî  xwest ku erka xwe pêk bîne û tecrîd ji ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bike û gefên Tirkiyayê biseknînin.

Malbatên şehîdan: Bila Konseya Ewlekariyê erka xwe pêk bîne
16 kanûn, 2018   17:23

ŞEHBA

Bi dehan endamên Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrînê bi armanca şermezarkirina tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dagirkeriya Tirkiyê li Efrînê mîtîngeke li navçeya Til Rifetê ya li Şehba li dar xist û daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo tevahî gelên mezlûm tê dikoşe.

Meclisa Malbatên Şehîdan di daxuyaniyê de tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirinên dewleta Tirk ên li Efrînê şermezar kirin û bang li civaka navdewletî û Konseya Ewlekariyê kir erka xwe pêk bînin û binpêkirinên Tirkiyeyê rawestînin.

ANHA