Eşîreyên Minbicê piştgiriya xwe bi rêveberî û meclisa leşkerî re dûbare kirin

Têkildarî geşedanên siyasî ku li herêmê rû dide Rêveberiya Sivîl û Meclisa Leşkerî ya Minbicê civîna eşîreyan li dar xist.

16 kanûn, 2018   18:23

MINBIC

Civîn bi armanca nirxandina geşedanên siyasî ku li herêmê rû dide li qada navenda Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarên wê hate lidarxistin.

Bi dehan şêx û rûspiyên herêmê, endamên saziyên sivîl ên girêdayî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarên wê, fermandarên Meclisa Leşkerî ya Minbicê, endamên buroya Rêveber a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Cahid Hesen, Hevserokê Komîteya Karûbarên Civakî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Farûq El-Maşî beşdarî civîn bûn.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Paşê Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê Mihemed Xêr Şêxo bi xêrhatina beşdaran kir û destnîşan kir ku ev ne civîna yekem ku bi vî awayî tê lidarxistin û girîngiya eşîreyan di xebatên rêveberiyê de diyar kir.

Cahid Hesen geşedanên dawî nirxand û diyar kir ku berjewendiyên hêzên navdewletî li Sûriyeyê û Yemenê tev li hev bûn û got, rêjîma Sûriyeyê li pêşberî du berbijêran e, an li kêleka Rûsiyê yan jî Îranê bisekine.

Cahid Hesen destnîşan kir ku Rûsya j bo rêjîmê hêza siyasî ye û Îran jî desteka leşkerî û aborî dide wê.

Hesen di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser Idlibê û hişyariya felaketeke mirovî da, herger ku rêjîma Sûriyeyê êrîş bike û diyar kir ku heger êrîşî were kirin wê rewşa Idlibê mîna ya Efrîn û Xûtayê be.

Hesen di dawiya axaftina xwe de got, bidawîbûna DAIŞ‘ê nayê wateya bi dawîbûna aloziyê û destnîşan kir ku çareseriya siyasî bi beşdarbûna hemû pêkhateyên Sûriyeyê pêkan e.

Hevserokê Komîteya Karûbarên Civakî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Farûq El-Maşî jî axivî û rola eşîreyan li hemberî êrîşan anî ziman. El-Maşî got hevgirtin û piştgiriya gel bi rêveberiyê re hêzeke nayê şikandin.

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş di civînê de axivî û got "Heger şerê berê li hemberî terorê bû, lê niha bi nêzîbûna bidawîbûna DAIŞ‘ê hevsengiyên wê hate guhert û êdî bû şerê li hemberî gelên ku projeya xwe ava dikin. Armanca defên şer têkbirina ewlekariya herêmê ye. Ji bo demê pêş tê xwestin ku hemû sazî, girse, eşîre xebata xwe xurt bikin."

Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Minbicê Ciwan Ehmed axivî û tekez kir ku pêwîste welatî bi Hêzên Ewlekariya Hundirîn re bibin hevkar û destnîşan kir şaneyên veşartî bi xwe dijminin û hewl didin aramiya herêmê têk bibin.

Di dawiya civînê de, şêxên eşîreyan mijarên girêdayî ewlehiya herêmê ىîqaş kirin û piştgiriya xwe bi Meclisa Leşkerî ya Minbicê re dûbare kirin.

Piştî civînê Rêveberiya Sivîl beşdaran vexwend xwarinê.

ANHA