Meclisa Rêveber kar û xebatên buroyên parastinê nirxandin

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber rewşa heyî ya herêmê, bi civînekê pêşxistina xebatên perwerdeyê û rewşa leşkerî ya şervanan nirxandin.  

Meclisa Rêveber kar û xebatên buroyên parastinê nirxandin
16 kanûn, 2018   11:47

GIRÊ SPÎ

Civîn li navenda desteyên Rêveberiya Xweser li navçeya Eyn Îsa hate lidarxistin. Hevserokên Meclisa Rêveber Bêrîvan Xalid û Ebid Hamid El-Mehbaş, hevserokên Buroya Parastinê Cîhan Şêx Ehmed û Zêdan Abdulah El-Asî û hevserokên buroyên parastinê yên Rêveberiya Xweser û her heft rêveberiyên sivîl beşdarî civînê bûn.

Di civînê de kar û xebatên her heft buroyan û sîstema avakirina wan hatin nirxandin.

Her wiha ji ber rewşa hesas a herêmê, Meclisa Rêveber û hevserokên 7 buroyên parastinê, pêşxistina navendên perwerdeyê û rewşa fikrî, çandî û leşkerî ya şervanan nirxand.

Di civînê de avakirina komîteyekê ji bo jinûve danîna sîstema hundirîn ji hemû buroyan re, hate erêkirin.

Di dawiyê de dema civîna asayî ya mehane hate diyarkirin.

(bx)

ANHA