Bi beşdarbûna 600 kesan greva birçîbûnê dewam dike

Çalakiya greva birçîbûnê ya li navçeya Amûdê bi beşdarbûna 600 kesan dewam dike.

16 kanûn, 2018   11:51

QAMIŞLO

Bi dirûşmeya "Em ê tecrîdê bişikînin û bi serokê xwe re azad bijîn" Kongreya Star bi hevkariya PYD`ê duh li Navenda Hûrî ya Çand û Hunerê çalakiya greva birçîbûnê da destpêkirin. Di roja yekemîn a çalakiyê de 450 kes ketin grevê û di roja duyemîn de hejmara çalakvanan gihaşt 600 kesan.

Di roja duyemîn a çalakiyê de gelek axaftin hatin kirin. Di nav de endama rêveberiya Meclisa Edaletê ya Jinan Mere Zoro axivî û silav li berxwedana Leyla Guven kir û teqez kir ku daxwaza Leyla Guven daxwaza hemû gelê Kurd e.

Mere Zoro ji civaka navneteweyî xwest ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tev bigerin.

Paşê hevseroka meclisa navçeya Amûdê Selwa Silêman destnîşan kir ku ev 20 sal e Ocalan ketiye zindanê û tecrîda giran li ser e, lê ramanên wî azad in û li hemû dewletên cîhanê belav bûne. Selwa Silêman bang li hemû jinên cîhanê û kesên azadîxwaz kir ku li pêşiya kiryarên dagirkeriya Tirkiyeyê yên li ser jinan bisekinin.

Tê payîn çalakî bi daxuyaniyekê bi dawî bibe.

(jo)

ANHA