Di teqîna Efrînê de, 10 çete hatin kuştin  

Di teqîna ku li sûk El-Hal a Efrînê de rû da, 10 çeteyên Cebha El-Şamiye hatin kuştin û 10 jî birîndar bûn.

Di teqîna Efrînê de, 10 çete hatin kuştin  
16 kanûn, 2018   11:42

EFRÎN

Îro li sûk El-Hal a bajarê Efrînê, erebeyeke bombebarkirî teqiya. Di encama teqîna mezin de, 10 çeteyên Cebha El-Şamiyê hatin kuştin, 10 jî birîndar bûn.

Li herêmên dagirkirî, di van rojên dawî de gelek teqîn rû dan. Ji aliyekî din ve jî, bûyerên kuştin û revandin derheqê sivîlên Efrînê dewam dike.

(kc)

ANHA