Li Kobanê şevbuhêrkeke hunerî hat li darxistin

Tevgera Çand û Hunerê ya kantona Kobanê bi amadebûna bi dehan kesî şevbuhêrkeke hunerî li navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido li dar xist.

Li Kobanê şevbuhêrkeke hunerî hat li darxistin
Li Kobanê şevbuhêrkeke hunerî hat li darxistin
Li Kobanê şevbuhêrkeke hunerî hat li darxistin
15 kanûn, 2018   18:32

KOBANÊ

Şevbuhêrk bi armacna ku gel teşwîqî bike ku bi çanda û kevneşopiya xwe bijî hate lidarxistin.

Şevbuhêrk bi rêzgirtinê dest pêkir, paşê endamê rêveber ê Tevgera Çand û Hunerê Osman Bekî axivî û da zanîn ku, dema civak li çanda xwe xwedî derkeve tu kes nikare êrîşî wan bike. Piştra Komîna Fîlim a Rojava belgefilmeke li ser çanda kevar ku amede kiribû pêşkêş kir.

Paşê koma kevneşopiyan stranên filklorî gotin, her wiha hejmarek dengbêjên Kobanê stran gotin, beşdaran jî bi kêfxweşî û bi çepikan şevbuhêrk germ kirin.

(sn/şm)

ANHA