Thomas Garrett nerazîbûn nîşanî êrîşên Tirkiyê li ser Başûrê Kurdistanê dan

Endamê Kongreya Amerîkayê Thomas Garrett êrîşên Tirkiyê li ser Mexmûr û Şengalê şermezar kir û got ev êrîş nayê qebûlkirin.

Thomas Garrett nerazîbûn nîşanî êrîşên Tirkiyê li ser Başûrê Kurdistanê dan
15 kanûn, 2018   18:54

NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê Kongreya Amerîkayê Thomas Garrett di rûniştina kongre  de ya der barê gotûbêjkirina hilbijartinên Nejîryayê de nerazîbûna xwe nîşanî êrîşên hawayî yên Tirkiyê li ser wargeha Mexmûr û herêmên Şengalê anî ziman û got ev êrîş bi ti awayan nayê qebûlkirin.

Thomas Garrett meha borî serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û hevdîtin bi rayedarên wê re kir.