Gefên Tirkiyê li Şamê hatin protesokirin

Bi dehan şêniyên taxa Zorava ya paytexa Sûriyê Şam li dijî gefên Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyêli ber Mala Gel mîtîngeke li dar xistin.

Gefên Tirkiyê li Şamê hatin protesokirin
15 kanûn, 2018   18:27

ŞAM

Bi dehan şêniyên taxa Zorava ya paytexa Sûriyê Şam li dijî gefên Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyêli ber Mala Gel kom bûn û mîtîngeke li dar xistin.

Li vir der barê gefên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyanî hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, Wekî xelkên Sûriyê em siyasetên Tirkiyê û tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar dikin, her wiha piştgiriya çalakiya Leyla Guven dikin.

Şêniyên taxa Zorava bang li gelên kir ku li hemberî siyasetên dagirkeriya Tirkiyê ya faşîzm yekitiya xwe ava bik. Her wiha bang li civaka navdewletî û rêxistinên mafê mirovan û desteya Neteweyên Yekibûyî kir ku li dijî van gefên Tirkiyê bê deng nemînin û helwesta xwe diyar bike.

ANHA