Meclisa Reqayê banga bidawîkirina dagirkeriyê kir

Meclisa Sivîl a Reqayê bi wesîleya Roja Mafê Mirovan banga bidawîkirina  polîtkirina qirkirin û guhertina demografîk ku dagirkeirya Tirkiyê li Efrîn û derdora wê pêk tîne li cîhanê û gelên xêrxwaz kirin.

Meclisa Reqayê banga bidawîkirina dagirkeriyê kir
10 kanûn, 2018   19:10

NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Sivîl a Reqayê têkildarî Roja Cîhanê ya Mafê Mirovan daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de banga bidawîkirina dagirkeriya ne rewa li xala Sûriyê hate kirin û wiha hate gotin: "Em salvegera ragihandina roja mafê mirovan a cîhanî bi bîr tînin û bang li tevahî cîhanê, gelên xêrxwaz û aştîxwaz dikin ku bila polîtîkeyên qirkirin û guhertina demografîk ku desthilatdariya Tirkiyê li Efrîn û derdora wê pêk tîne bi dawî bikin."

Meclisa di daxuyaniyê de her wiha hate gotin: "Em li ser soza xwe ya ku me bi pêkhateyên xwe re daye ne, ji ber îradeya wan hêza me ye. Em ê xeta têkoşînê ya avakirina netewa demokratîk ji bingehên azadî, rûmet, biratiya di navbera gelan de berdewam bikin."

ANHA