Komcivîna çandî ya jinên ciwan bi dawî bû

Komcivîna Çandî ya Meclisa Ciwanên MSD'ê piştî xwendina encamnameyê û şûnd de bi dawî bû. Di encanameyê de projeya netewa demokratîk wekî rêbazê herî guncaw a avakirina  yekitiya jinan e hate bi navkirin.

Komcivîna çandî ya jinên ciwan bi dawî bû
10 kanûn, 2018   18:35

HESEKÊ

Piştî bi dawîbûna axaftinan, ji hêla endamên rêveber ên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, semînerên girêdayî jin, çanda pêkhateyên herêmê Ereb, Kurd û Suryan di dîrokê de, nasnameya jin û rola wê di dirêjahiya serdeman de û heta roja me ya îro ji hêla Amed Qamişlo(çanda Kurd), Ebîr Îliya(çanda Suryan), Hude El-Nedas(çanda Ereb) û Betûl Şaban (jina Sûriyê ) hatin dayîn.

Ji bo nirxandina her semînerkê dîwana komcivînê saetek û nîv dem diyar kir. Beşdaran di nêrînên xwe de teqez kirin ku Şoreşa Rojava rê ji jinan re vekir da ku rolên xwe ya pêşeng di hemû warên civakê de vegerînin.

Her wiha beşdaran girîngiya parasrtina nasnameya jinê  destnîşan kirin û anî ziman ku ji bo azadiya hemû jinên cîhanê divê têkoşîn were meşandin.

Komcivîn bi xwendina encamnameyê bi dawî bû. Hevseroka Meclisa Ciwanên MSD'ê Albîn Ehmed encamname xwend.

Encamname wihe ye:

Komcivîna me bi dirûşmeya "Jin nûbûn û zindîbûn e, bi têkoşîna xwe dê çandan zindî bikin"  hate lidarxistin. Jinên ciwanê yên Sûriyê yên ji hemû pêkhateyan (Kurd, Ereb, Suryan û Çerkes..hwd) û ji deverên cûda yên Sûriyeyê (Sûriyê (Siwêdayê, Şam, Berava Sûriyê, Heleb, Kobanê, Dêrazor, Reqa, Minbic, Efrîn û Cizîrê) beşdarî komcivînê bûn.

Di komcivînê de semînerên girêdayî çanda jinên pêkhateyên herêmê Ereb, Kurd û Suryan hatin dayîn. Her wiha mijdarên girdayî rola jinan di avakirina yekîtiya hemû pêkhateyên Sûriyê de hatin nirxandin, rexmî  hemû astengiyên ku li jinan rast tên, lê beşdarbûna wan a di komcivînê de têkoşîn û berxwedana wan diyar kir. Yekîtiya jinan tê wateya yekîtiya civakê û berdewamkirina têkoşînê li dijî pergalên kapîtalîzmê yên ku jinên ciwan armanc dike û wan ji rola wan a pêşeng di avakirina civakek demokratîk û azad de dûr bixin.

Aramanca komcivînê nijadperestî bi dawî bibe û nêrînên pêkhateyên herêmê bi rêya naskirina çanda pêkhateyan nêz hev du bike. Her wiha di komcivînê de girîngiya jiyana hevbeş hate tekezkirin û projeya netewa demokratîk weke çareseriya herî guncew ji bo têkbirina hemû planên ku qirkirina çanda gelan armanc dike, jê êrîşên dewleta Tirk a dagirker li dijî şûnwarên dîrokî yên Efrînê û Sûriyê, hate dîtin.

Her wiha komcivîn weke gava yekemîn ji bo komkirina jinên ciwan ên Sûriyê tê hesbandin û di pêşerojê de wê gelek komcivînên berfireh girêdayî çanda gelê Sûriyê werin li darxistin."

(şx)

ANHA