Sersaxî ji malbata şehîd Lorens re hate xwestin

Îro bi dehan ji şêniyên navçeya Amdûê sersaxî ji malbata şehîd Lorens re xwestin.

3 kanûn, 2018   13:27

QAMIŞLO

Bi dehan şêniyên navçeya Amûdê serdana konê sersaxiyê yê şervanê YPG`ê Îbrahîm Hisên (Lorens Amûdê) ku 24`ê Mijdarê di Qonaxa Şerê Tinekirina Terorê de şehîd bûbû, kirin û sersaxî ji malbata wî re xwestin.

Konê  sersaxiyê li ber mala şehîd Lorens li bajarê Amûdê hatibû vedan. Şervanên YPG/YPJ û  nûnerên saziyên civaka sivîl beşdarî merasîma sersaxiyê bûn.

Li konê sersaxiyê merasîm bi bîranîna cangoriyên azadiyê destpê kir. Paşê, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Amûdê Zîwar Elî axivî û sersaxî ji malbata şehîd Lorens re xwest û da zanîn ku bi saya fikrên Ocalan wan hêzên parastina gelan li Bakurê Sûriyê ava kirin.

Hevseroka Meclisa Navçeya Amûdê Selwa Seîd Silêman axivî û rola pêkhateyên herêmê di parastina axa Rojava û Bakurê û Rojhilatê Sûriyê de bi bîr xist.

Ji  fermandarên YPG`ê Berxwedan Amûdê jî axivî û soza şopandina rêya hevreyên xwe da.

Merasîm bi dirûşmeyên”Şehîd Namirin”bi dawî bû.

(kc)

ANHA