Li deriyê Sêmalka otobusên nû dest bi kar kir

Rêveberiya Deriyê Sêmalka û Fîş Xabûr ji bo veguhastina şêniyan otobusên nû dabîn kirin, her wiha xebatên sererastkirinê bi dawî bûn û otobusan dest bi xebatê kir.

Li deriyê Sêmalka otobusên nû dest bi kar kir
Li deriyê Sêmalka otobusên nû dest bi kar kir
Li deriyê Sêmalka otobusên nû dest bi kar kir
Li deriyê Sêmalka otobusên nû dest bi kar kir
Li deriyê Sêmalka otobusên nû dest bi kar kir
Li deriyê Sêmalka otobusên nû dest bi kar kir
Li deriyê Sêmalka otobusên nû dest bi kar kir
Li deriyê Sêmalka otobusên nû dest bi kar kir
Li deriyê Sêmalka otobusên nû dest bi kar kir
3 kanûn, 2018   12:59

QAMIŞLO

Beriya çend rojan li deriyê Sêmalka keştiyeke veguhastina şêniyan ji ber bilindbûna asta avê di çemê Dîcle de noqî avê bû. Di encama wê de kesekî jiyana xwe ji dest da. Ji ber wê rêveberiya Deriyê Sêmalka û Fîş Xabûr ji bo ewlehiya şêniyan otobusên nû dabîn kirin û otobusan îro serê sibê dest bi kar kir.

Di vê çarçoveyê de şêniyan destnîşan kir ku pêngaveke erênî ye û diyar kir ku metirsiya wan ji ber çûn û hatina bi keştiyan hebû, bi taybet di demsala zivistanê de ji ber ku rêjeya ava çemê Dîcle bilind dibe.

Ji aliyekî din ve jî werşeyan kar û xebatên sererastkirina pira di navbera Başûr û Rojava de bi dawî kirin. Bi vê yekê otubusan dest bi çûn û hatina li deriyê Sêmalka kir.

Gerînendeyê Deriyê Sêmalka Baz Ehmed destnîşan kir ku ev proje di nava plansaziya Rêveberiya Deriyê Sêmalka de bû da ku çûn û hatina şêniyan hêsan bibe, ji ber ku di nava çend rojên derbasbûyî de keştiyek noqî avê bû û di encama wê de kesekî jiyana xwe ji dest da. Ji ber wê ji bo ewlehiya şêniyan wan dest bi projeya xwe kir.

Her wiha Ehmed diyar kir ku xebatên sererastkirina pira di navbera başûr û rojavayê Kurdistanê de ku ji ber lehiya çemê Dîcle xira bûbû, hate bidawîkirin û otobusan dest bi kar kir.

(bx)

ANHA