2 şehîdên QSD`ê li Serêkaniyê hatin oxirkirin

Pêkhateyên Serêkaniyê 2 şervanên QSD`ê ku li Dêrazorê şehîd bûbûn, li Goristana Şehîdan a Serêkaniyê oxir kirin.

2 şehîdên QSD`ê li Serêkaniyê hatin oxirkirin
2 şehîdên QSD`ê li Serêkaniyê hatin oxirkirin
2 şehîdên QSD`ê li Serêkaniyê hatin oxirkirin
2 şehîdên QSD`ê li Serêkaniyê hatin oxirkirin
2 şehîdên QSD`ê li Serêkaniyê hatin oxirkirin
3 kanûn, 2018   12:58

HESEKÊ

Bi sedan şêniyên Serêkaniyê cenazeyên 2 şervanên QSD’ê Mihemed Ehmed (Qendîl Serêkaniyê) û Xelid Bidêwê (Sîpan) ku 24’ê Mijdarê li Dêrazorê şehîd bûbûn, bi merasîmekê li Goristana Şehîdan a Serêkaniyê oxir kirin.

Li goristanê merasîmê bi toraneke leşkerî ji aliyê YPG`ê ve dest pê kir. Paşê bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Îsmaîl Ferhan axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest û wiha got: "Em bi şehîdên xwe ji hemû herêman ku ji bo azadiya gelê xwe canê xwe feda kir, serbilind in. Bi saya fedakariya wan em niha jiyaneke birûmet û hevbeş pêk tînin. Em soza şopandina rêya şehîdan didin."

Ji fermandarên QSD’ê Cesûr Amûdê jî axivî û soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna jiyaneke birûmet da.

Piştî axaftinan, wesîqeta her du şehîdan ji aliyê endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Serêkaniyê Hemrîn Elî ve hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Girseyê cenazeyên şehîdan di nava dirûşmeyan de spartin axê.

ANHA