Rêdûr Xelîl: Kiryarên Tirkiyeyê yên li Efrînê mînakên sûcên li dijî mirovahiyê ne

Rêdûr Xelîl got kiryarên dewleta Tirk ên li Efrînê li gorî qanûnên navneteweyî û mafên mirovan sûcên li dijî mirovahiyê ne.

Rêdûr Xelîl: Kiryarên Tirkiyeyê yên li Efrînê mînakên sûcên li dijî mirovahiyê ne
3 kanûn, 2018   13:24

QAMIŞLO

Komcivîna navneteweyî ya der barê Efrînê de li navçeya Amûdê dewam dike. Berpirsê Têkiliyên Giştî yê QSD`ê Rêdûr Xelîl semînerek di komcivînê de da. Semîner bi rêya dîmenên qeydkirî hate dayîn. 

Rêdûr Xelîl da zanîn ku dema ku ew li bajarê Amûdê kom bûne, kêlî bi kêlî nûçeyên kiryarên hovane û sûcên ku artêşa Tirk a dagirker û komên terorîst ên ku desteka xwe ji Tirkiyeyê werdigirin, der heqê şêniyên Efrînê de tên.

Xelîl destnîşan kir ku her kêlî şêniyên Efrînê rastî koçberkirin, kuştin, talankirin, revandin û xwestina fidyeyan tên. Xelîl da zanîn ku hêzên Tirkiyeyê, bi rêya komên terorîst û aliyên veşartî li Efrînê polîtîkayên qirkirina etnîk li Efrînê dimeşînin.

Berpirsê Têkiliyên Giştî yê QSD`ê Rêdûr Xelîl da zanîn ku ji her kesî re diyar dibe ku serokê Tirkiyeyê Erdogan û tîma wî di aliyê îdiayên çapemeniyê de sedema dagirkirina Efrînê bi “Ewlekariya neteweyî ya Tirkiyeyê re” girê da. Rêdûr Xelîl diyar kir ku gelo hincet û îsbatên ku Tirkan xetereya li ser ewlekariya neteweyî ji Efrînê dihat çi ne?

Xelîl bi lêv kir ku mijara xetereya li ser ewlekariya neteweyî ya Tirkiyeyê derew e û wiha dewam kir: “Di rastiyê de, têgeha “Ewlekariya neteweyî ya Tirkî” tune ye û şûna wê dagirkerî armanca dewleta Tirk e. Lê ev dagikerî di bin navê xetereya li ser ewlekariya neteweyî û bi rêya propagandayê hate veşartin.”

Rêdûr Xelîl di berdewama semînerê de wiha got: "Li gel me û sazî, rêxistinên herêmî û navneteweyî gelek belgeyên binpêkirin û zêdegaviyên leşkerên artêşa Tirk ên li ser sînor der heqê şêniyên Efrînê de hene. Armanca wan ew bû ku tevliheviyê derxin.”

Berdewama semînera Rêdûr Xelîl wiha ye:

“Rêxistinên terorîst ku Tirkiyeyê ji bo dagirkerkirina Efrînê anîn, gelek saziyên çapemeniyê û mafnas kiryarên der heqê şêniyên herêmê de ji hemû pêkhateyan belge kirin, ew xetereyê ne tenê li ser dewleta Tirkiyeyê çêdike, li ser Sûriye, ewlekariya herêmî û navdewletî jî çêdike, di vir de dengeya ken û giriyê çêdibe, di vir de em dibêjin paşguhkirin heye ku cîhan çavê xwe ji rastiyê re digire.

Hêzên me bi hevkariya koalîsyona navdewletî dema ku di paqijkirina Dêrazorê de mijûl bûn, di demeke ku diviyabû em berê xwe bidin aliyê siyasî, qanûnî û mafnas û hemû bala me di çarçoveya paqijkirina terorê de bû, dewleta Tirk dagirkeriya xwe li dijî Efrînê da bikaranîn. Diviyabû em durûtiya Tirkiyeyê ku dixwaze temenê terorê dirêj bike, derxin cîhanê. Ev dagirkerî derbeyek e li hember hêzên şerê li dijî terorê dikin.

Dê Tirkiyeyê bikariya îdiayên ewlekariya neteweyî pêk bianiya û komên terorîst bikariyana siyasta Erdogan li Efrînê bêyî siyasetên din bikira lê na? Bêguman na?

We hemûyan dît ku rola Rûsyayê û rêxistinên din hişt ku ev dagirkerî pêk were, ji bo wê hişt ku li pêşiya vê hemleya qirêj li dijî şêniyan pêk werin. Rêxistinên Yekitiya Ewropayê ku dixwest koçberên li Sûriyê derxe, heta ev hincet jî di meseleya Efrînê de winda bû.

Meseleya ku divê em li ser bisekinin, Efrîn girseyeke civakî ye ku tê de Kurd, Ereb û hemû pêkhateyên olî hene. Ji bo wê em nikarin wê ji mafê civakê di jiyanê de û parastina sivîlan ku rojane rastî kiryaran tên, qut bikin. Ji ber ku planên rojane pêk tên, ne tenê komekê hedef digirin, ew pêkhateya Kurd bi giştî hedef digire, ew qirkirina li dijî Kurdan e, divê aliyên peywendîdar û mafnas di aliyê mafnasiyê de lê binêrin.

Li gorî qanûna navdewletî, Tirkiye dewleteke dagirker e û ev kiryarên li Efrînê rû didin, sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê ne.

Erka dewleta dagirker bi awayekî sereke di lîsteya Laheyê de ji sala 1907 (madeyên ji 42-56) û Hevpeymana Cinêvê ya 4 (madeyên 27-34 û ji 47 -78) her wiha hin biryarên protokolê hene.

Hin pîvanên sereke ji qanûnên navdewletî hene ku eger dagirkerî pêk were, divê wiha be:

• Çênabe ku dagirker li ser erdê rêveber bin.

• Nabe ku çalakiyên veguhastina komî û takekesî ji şêniyên bajarê dagirkirî pêk were.

• Cezayên komî nabin.

• Kesan wek rehîne nabe ku bigirin.

• Milkên şêniyan nabe ku desteser bibe.

• Rûxandina milkên şêniyan nabe bê kirîn.

Efrîn bû dozeke navdewletî, hewldanên rêjîma Erdogan ên ku balê ji ser bibe, sûcdarên kuştinê nikarin birevin. Rêjîma Erdogan di kuştina zêdetirî 330 welatiyên Efrînê de, di nav de 70 zarok hene, bi hezaran kes dan koçkirin û gelek gund û bajarok rûxandin û heta niha jî dike.

Demeke dirêj derbas bû, lê divê dewlet û rêxistinên navdewletî li pey şopa sûcên Tirkiyeyê di Sûriyê de bikeve. Divê rojnamevan, partiyên siyasî û rêxistinên mafnas û civaka sivîl kar bikin da ku kiryarên rojane ji rêxistinên navneteweyî û dezgehên çapemeniyê re ragihînin.

Em spas dikin ku we li me guhdar kir. Serkeftin ji bo we."

(jo)

ANHA