Şêniyên Efrînê: Tecrîd çareserkirina krîza Rojhilata Navîn asteng dike

Şêniyên Efrînê ku li Şehbayê bi cih bûne, dagirkirina Efrînê wek berdewama komploya li dijî Ocalan pênase kir û destnîşan kir ku armanca girankirina tecrîdê astengkirina çareserkirina krîza Rojhilata Navîn e.

Şêniyên Efrînê: Tecrîd çareserkirina krîza Rojhilata Navîn asteng dike
28 mijdar, 2018   07:46

ARIF SILÊMAN / ŞEHBA

Dozgeriya Bursayê ya Tirkiyeyê daxwazên hevdîtinên parêzeran bi muwekîlê xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re cara 764’an red kir. Nerazîbûnên şêniyên Efrînê li dijî tecrîdê zêde dibin. Şêniyan dagirkirina Efrînê wek berdewama komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi nav kir.

Têkildarî mijarê şêniyên Efrînê ku li kantona Şehbayê dimînin, nêrînên xwe ji ajansa me re parve kirin.

Welatiya bi navê Palda Şêxo ya ji navçeya Şera û li gundê Til Qirah dimîne, tecrîd şermezar kir û wiha got: "Fikr û felsefeya Rêber Ocalan di nav hemû gelan û bi taybet gelê Kurd de belav bûye, Kurdan li gorî vê felsfeyê xwe bi rêxistin kir."

Palda destnîşan kir ku Ocalan ji bo parastina mafên hemû gelên Rojhilata Navîn, projeya neteweya demokratîk pêşkêş kir. Lê dewleta Tirk bi armanca têkbirina pergala demokrasiyê li Rojhilata Navîn û Bakurê Sûriyê projeyê bi girtina Ocalan asteng dike.

Palda Şêxo gotinên xwe wiha bi dawî kirin: "Tecrîda li dijî Ocalan tecrîda li dijî hemû gelên berxwedêr e. Ta azadiya Ocalan em ê li ber xwe bidin."

Ji aliyê xwe ve welatiyê bi navê Mihemed Hisên ê ji taxa Eşrefiyê ya Navenda Efrînê ye û li navçeya Ehdas dimîne jî wiha got: "Dewleta Tirk tecrîda li djiî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan giran kiriye da ku serkeftinan li Rojhilata Navîn û Bakurê Sûriyeyê bi dest bixin, ji ber rêbertî bingehê fikrê azad e, dagirkeriya Tirkiyeyê bi van nêzîkatiyên xwe hewl dide gel ji fikrên Ocalan qut bike."

Her wiha Mihemed Hisên got dewleta Tirk hewl dide projeya neteweya demokratîk têk bibe, çareseriya aloziya Rojhilata Navîn asteng bike, binpêkirinên Tirkiyeyê berdewama komployên navdewletî ne. Di dawiyê de Mihemed Hisên bang li rêxistinên navdewletî û hiqûqî kir ku li hember kiryarên dewleta Tirk ên li dijî Ocalan bisekinin û fişarê li Tirkiyeyê bikin da ku Ocalan azad bibe.

(şx)

ANHA