'Berxwedana me ji temenê aliyên li benda hilweşandina me dirêjtir e'

Şêx û rûspiyên êlên bajarê Reqayê têkildarî hewldanên derxistina tevliheviyê li herêmê wiha got: “Berxwedana me ji temenê aliyên ku li benda hilweşandina me ne, dirêjtir e.”

'Berxwedana me ji temenê aliyên li benda hilweşandina me dirêjtir e'
28 mijdar, 2018   07:37

XALID EL-CUMA-HEMED EL-MISTEFA / REQA

Şêx û rûspiyên herêmê yên li Reqayê têkildarî hewldanên derxistina tevliheviyan di hevpeyvînek li gel ajansa me ANHA‘yê destnîşan kir ku armanca hewldanên belavkirina fitneyan têkbirina aramiya herêmê ye û wiha got: "Her çi qas li hemberî me rêbazên sûcdar û hovane bêne bikaranîn jî israra me zêde dibe û em dest ji xaka xwe bernadin."

Şêxê êla El-Ecabat Telal Hîlal El-Sîbat wiha axivî: "Wekî şêniyên Reqa û Bakurê Sûriyê bi yekgirtina xwe me gelek pêngavên dijwar derbas kirin û me gelek serkeftin bi dest xistin. Hemû hewldanên belavkirina tevliheviyê û bûyerên kuştinê tenê bi armanca afirandina tirsê û belavkirina fitneyan di navbera şêniyên herêmê de pêk tên."

Di berdewama gotinên xwe de El-Sîbat ev tişt anî ziman: "Em wek şêx û rûspiyên Reqa û gundewarên wê bi van îdiayan nayên xapandin. Divê em hemû ji van lîstokan hişyar bin û em soz didin gel û şehîdan, em ê asta têkoşîna xwe bilind bikin."

Ji aliyê xwe ve yek ji şêx êlên gundewarên Humsê şêx Mihemed El-Emûr ev tişt destnîşan kir: "Ji ber ewlehî û aramiya herêmên di bin serweriya QSD'ê de, em hatin vir. Li herêmê gel jiyaneke hevgirtî û hevbeş didomîne. Ev hemû ne slogan in, lê belê rastiyek e. Li paş bûyerên kuştin û teqînan ku di van demên dawîn de li herêmê rû didin, ajande û aliyên derve û bi taybet Tirkiye û çeteyên wê disekinin. Ev çete xak û namûsa xwe ji bo pere û pêkanîna timayên xwe yên takekesî firotine." 

Di dawiya gotinên xwe de Şêx Mihemed bang li hemû kesên ku çûne derve kir ku vegerin, ji ber ku şêniyên herêmê jiyanek birûmet û azad dijîn û ev tişt anî ziman: "Her çi qas serkeftin zêde bûn, asta belavkirina fitneyan zêde dibin."

Girêdayî heman mijarê Şêx Mihemed Tirkî El-Sewan şêx êla El-Bû Sibêî jî wiha got: "Armanca ji van fitneyan hejandina ewlehiya herêmê ye û belavkirina tevliheviya tundraw di navbera neteweyan e û bi taybet êlan de ye. Berxwedana me ji temenê aliyên ku li benda hilweşandina me ne, dirêjtir e. Bi taybet Tirkiye û çeteyên wê ku hewl didin aramiya herêmên me têk bibin û projeya Bakurê Sûriyeyê reş bikin, her wiha hewl didin ji cîhanê re bidin xuyakirin ku herêm tevlihev e."

Şêx û rûspiyan di dawiya axaftina xwe de bêdengiya civaka navdewletî ya li hemberî binpêkirinên dewleta Tirk şermezar kirin.

(şx)

ANHA