Danûstandinên Sûrî – Sûrî destpê kir

Beriya niha bi çend kêliyan danûstandinên Sûrî – Sûrî li navenda MSD`ê bi tevlîbûna kesayetên opozîsyon, siyastemedarên Sûrî, partî û komên siyasî yên derve û hundir destpê kir.

Danûstandinên Sûrî – Sûrî destpê kir
Danûstandinên Sûrî – Sûrî destpê kir
28 mijdar, 2018   07:18

GIRÊ SPÎ

Beriya niha bi çend kêliyan danûstandinên Sûrî – Sûrî bi dirûşmeya "Danûstandinên ji bo avakirina û pêşxistina Sûriyê" bi beşdarbûna 120 delegeyên opozîsyona Sûrî, partî, komên siyasî li Sûriyê dest pê kir. Danûstandin li navenda MSD`ê ya li navçeya Eyn Îsayê ya girêdayî Girê Spî tê lidarxistin.

Li hola danûstandinê pankartên bi dirûşmeya "Danûstandinên ji bo avakirina û pêşxistina Sûriyê"hatin daleqandin.

Tê payîn ku dê axaftina vekirina danûstandinên ji Hevserokên MSD`ê Emîna Umer û Riyad Derar ve were kirin. Paşê, wê semînera destpêkê bi navê rewşa mirovahî di aloziya Sûriyê de were dayîn.

(bx)

ANHA