Xwendekarên Efrîn û Şehbayê bi israr xwendina xwe didomînin

13 hezar û 610 xwendekarên Efrîn û Şehbayê xwendina xwe di mal û dibistanên ku hatibûn rûxandin de û bi awayekî demkî hatine sererastkirin, berdewam dikin. Bi vê yekê nameya girêdana xwe bi xwendina xwe ve diyar dikin û li hember pişaftina çandî ya ku ji aliyê dagirkeriya Tirkiyeyê ve li ser gelê Efrînê tê kirin, disekinin.

Xwendekarên Efrîn û Şehbayê bi israr xwendina xwe didomînin
Xwendekarên Efrîn û Şehbayê bi israr xwendina xwe didomînin
Xwendekarên Efrîn û Şehbayê bi israr xwendina xwe didomînin
Xwendekarên Efrîn û Şehbayê bi israr xwendina xwe didomînin
Xwendekarên Efrîn û Şehbayê bi israr xwendina xwe didomînin
Xwendekarên Efrîn û Şehbayê bi israr xwendina xwe didomînin
18 mijdar, 2018   07:45

TOLÎN HESEN – XANDÎ ELO / ŞEHBA

Li Efrînê Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-Demokratîk) di nîvê sala xwendinê ya 2017 – 2018’an de ji ber êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêmê, neçar ma ku hemû dibistanan bigire da ku xwendekaran biparêze. Piştî ku şêniyên Efrînê neçar man ku ji malên xwe derkevin û li Şehbayê bi cih bûn, komîteyê li Şehbayê careke din dest bi perwerdê kir û 1`ê Tebaxê bi dawî kir.

KPC-Demokratîk piştî ku amadekariyên sala xwendinê ya 2018-2019`an bi dawî kirin, 15`ê Îlonê li herêma Efrînê deriyên 81 dibistansan bi her sê astên xwe (seretayî, navîn û amedayî) li pêşiya xwendekarên Efrîn û Şehbayê vekirin.

Niha 64 dibistanên asta seretayî hene û 11 hezar û 728 xwendekar tê de dixwînin. 10 dibistanên asta navîn hene û 1417 xwendekar xwendina xwe di wan de dewam dikin. Her wiha 465 xwendekarên asta amadeyî di 7 dibistanan de dixwînin. 

Her wiha 1415 xwendekar di her sê astên xwendinê de, di kampên Şehbayê (Efrîn, Berxwedan û Serdem) de dixwînin. KPC-Demokratîk  ji bo perwerdekirina wan 977 mamoste ji bo hemû dibistanan amade kirine.

Perwerdeya pirzimanî

Di dibistanan de xwendekar perwerdeyê li ser dersên bîrkarî, zanist, dîrok, erdnîgarî, fîziya, kîmya, çand û exlaq û muzîkê dibînin. Her wiha zanista civakî, jineolojî di asta amedayî de têne dayîn. Xwendekar zimanên kurdî, erebî, îngilîzî û fransî fêr dibin.

Pirtûk û pêwîstiyên perwerdeyê li 11 hezar û 728 xwendekarên asta navîn hatin belavkirin û heta niha belavkirina pêwîstiyên perwerdeyê li xwendekarên asta navîn û amadehî didome.

Her wiha komîteyê 50 isfinc, 200 daniştok, 375 hesîr û 200 betanî ji Kampa Berxwedan re peyda kirine.

Mal kirin dibistan

Di encama şerên ku li herêmê rû dane de, dibistanên kantona Şehbayê wêran bûne. Ji ber wê Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk neçar ma hindek malan li şûna dibistanan diyar bike.

Komîteya xwendekaran li dibistanên navîn û amadehî li gorî pergala îdarî ku ji endamek rêveber û 2 endamên rêveber ên jin pêk tê, di her refekê de tê organîzekirin û çavdêriya xwendekar û fêrgehê dikin.

Têkildarî mijarê xwendekara bi navê Heyfa Haşim got dagirkeriya Tirk ji bo ku wan ji dibistanê qut bike hewl da dibistanên wan wêran bike û wiha domand: "A herî girîng em fêr bibin. Cih ne girîng e. Eger di bin darekê de be jî em ê perwerdeya xwe bibînin. Em materyalên xwe li gorî rêgeza xwendina bi zimanê dayikê dibînin. Ji ber wê dagirkeriya Tirk nikare me qir bike. "

Şagirta bi navê Fayza El-Salim a 10 salî diyar kir ku di encama şer de ew ji Helebê koçberî Efrînê bûye û piştre Şehbayê. Ji ber wê heta niha di refa 2'yan de maye û wiha temam kir: "Em waneyên zimanê Erebî dibînin. Em niha fêrî tîp û peyvan dibin, her wiha em waneyên bîrkariyê jî dibînin. Em baş fêr dibin û mamosteyên me alîkariya me dikin û xwendinê ji me re hêsan dikin."

Girêdayî heman mijarê endama rêveber a Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk Şêrîn Silêman got armanca wan vegerandina xwendekaran ji xwendinê re ye da ku wan ji windahiyê û bandora şeran dûr bixin.

(şx)

ANHA