Ji êla El-Şemer a Iraqê piştgiriya ji bo Bakurê Sûriyeyê

Ebdulezîz El-Cerba destnîşan kir ku şêniyên herêmên Bakurê Sûriyeyê tevî rêveberiya wê ya xweser bi awayekî baş penaberên Iraqê pêşwazî kirine. Her wiha diyar kir ku divê êlên herêmê têkiliyên xwe bi rêveberî û QSD'ê re xurt bikin û êrîşên artêşa Tirk a dagirker şermezar kirin.

Ji êla El-Şemer a Iraqê piştgiriya ji bo Bakurê Sûriyeyê
18 mijdar, 2018   07:15

NAVENDA NÛÇEYAN

Şêxê êla El-Şemer a Iraqê Şêx Ebdulezîz El-Cerba piştî êrîşên DAIŞ'ê li dijî Iraqê, hate Sûriyeyê û niha li Bakurê Sûriyeyê dimîne.

Şêxê êla El-Şemer Ebdulezîz El-Cerba der barê rewşa Bakurê Sûriyeyê û êrîşên artêşa Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakurê Sûriyeyê de ji ajansa me re axivî.

‘Em bi şêwazekî baş hatin pêşwazîkirin’

Di destpêka axaftina xwe de Şêx El-Cerba spasiya Rêveberiya Xweser li ser pêşwazîkirina baş a penaberên Iraqê kir û wiha got: "Rêveberiya Xweseriya Demokratîk tevî şênî û êlên herêmê penaberên Iraqê yên ku ji ber hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê ji welatê xwe neçar man derkevin, pêşwazî kirin. Em spasiya ked û hewldanên wê dikin."

'Em hêvî dikin ku projeya Rêveberiya Xweser derbasî Iraqê jî bibe'

Şêx Ebdulezîz destnîşan kir ku projeya rêveberiya xweser projeyeke niştîmanî ye û dikare hemû pirsgirêkên Sûriye û hemû welatên herêmê çareser bike û wiha li gotinên xwe zêde kir: "Rewşa Iraqê mîna ya Sûriyeyê ye. Ez bi hêvî me ku hikumeta Iraqê vê tecrubeya tekane wek nimûneya çareserkirina hemû pirsgirêkên Iraqê lê xwedî derkeve. Tecrubeya rêveberiya xweser hemû pirsgirêkên Bakurê Sûriyeyê çareser kirin û dikare bibe çareseriya aloziya Sûriyeyê. Ji ber wê divê ev proje di nav sînorên Sûriyeyê de nemîne."

Di berdewama gotinên xwe de El-Cerba destnîşan kir ku tecrubeya rêveberiya xweser; çareseriya herî rast ji aloziyan re, xurtkirina têkiliyên civakî û siyasî di navbera hemû gelan de û sekinadina li hember êrîşên terorîst e.

‘Divê têkiliyên di navbera QSD û êlan de werin xurtkirin'

Şêx Ebdulezîz El-Cerba têkildarî têkiliyên di navbera QSD'ê û êlên herêmê de wiha got: "Dema pirsgirêkek derkeve, bi rêya danûstandinê em wê çareser dikin. Ji ber wê divê ev têkilî werin xurtkirin. Divê hemû êl li derdora Rêveberiya xweser kom bibin, ji ber ku mafên wan mîsoger dike."

‘Tirkiye hewl dide ewlehî û aramiya herêmê têk bibe’

Ebdulezîz El-Cerba di dirêjahiya gotinên xwe de êrîşên artêşa Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakurê Sûriyeyê şermezar kirin û wiha pê de çû: "Ez van êrîşan bi tundî şermezar dikim. Tu hincetên van êrîşan tune ne."

El-Cerba bi van gotinan xwest nameyekê ji Erdogan re bişîne: "Tu nizanî tu çi ji Bakurê Sûriyeyê dixwazî? Gelo ewlehiya herêmê û hevgirtina civakê li heza we nehat? Ez tenê gotinekê ji te re dibêjim, Bakurê Sûriyeyê herêmeke ewle ye Erdogan, jê dûr bikeve."

'Em amade ne li hember êrîşan bisekinin'

Di dawiya axaftina xwe de şêxê êla El-Şemer ê Iraqê Ebdulezîz El-Cerba wiha got: "Em îro li ser vê xakê dijîn. Me ji xêr û bereketa wê xwariye. Em amade ne tevî gelên herêmê li hember êrîşan bisekinin û fedakariyan bikin."

(şx)

ANHA