Şêniyên Şedadê: Bi saya QSD'ê em di nav ewlehî û aramiyê de ne

Şêx û şêniyên Şedadê xuya kir ku ew ê li dijî dagirkeriya Tirk bisekinin û tekez kir ku di bin siya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û parastina QSD'ê de di nav aramî û ewlehiyê de ne.

Şêniyên Şedadê: Bi saya QSD'ê em di nav ewlehî û aramiyê de ne
14 mijdar, 2018   08:06

TELAL HISÊN / HESEKÊ

Hin hêzên derve, di serî de dagirkeriya Tirk, hewl didin tevliheviyê di navbera gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de derxin. Xuyanga Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û projeya demokratîk berovajî bikin, tevna civakî û jiyana hevbeş di navbera hemû gelên herêmê de têk bibin. Her wiha îdia dikin Reqa, Minbic û hemû herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokartîk ne ewle ne.

Rûspiyên êl û şêniyên navçeya Şedadê bertek nîşanî van şîroveyan da û tekez kir ku ew dagirkeriya Tirk qebûl nakin û diyar kir ku ew bi rêveberiya xwe ya xweser ve girêdayî ne.

Şêxê êlê El-Fadil Menaf El-Hac Reca destnîşan kir ku Tirkiye bi armanca çandina tevliheviyê di nav gelên Bakurê Sûriyeyê de îdiayên wisa belav dike. Şêx Menaf diyar kir ku gelên herêmê bi hemû pêkhateyên xwe ji Kurd, Ereb û Suryan li dijî dagirkeriya Tirk yekdest in. Menaf wiha domand: "Ji 4 salan ve heta ku QSD'ê herêmên me rizgar kirin, me tu ewlehî û aramî nedît."

Di berdewama gotinên xwe de Menaf destnîşan kir ku di bin banê Rêveberiya Xweser de jiyana xwe ya xwezayî didomînin û wiha pê de çû: "Em tu destwerdanên derve û bi taybet yên Tirkiyeyê qebûl nakin."

Her wiha Şêx Menaf tekez kir ku ew wek êlên Ereb dê li hember her êrîşekî bisekinin û diyar kir ku ew di Rêveberiya Xweser de xwe bi xwe, xwe bi rê ve dibin.

Ji aliyê xwe ve şêniyê bi navê Ehmed El-Dexîl ê ji şêniyên navçeya Şedadê, îdiayên Tirkiyê û çeteyên wê yên tunebûna ewlehî û aramiyê li bajarên Reqa û Minbicê derewandin û wiha got: "Bi saya QSD'ê şêniyên bajarên rizgarkirî di nav ewlehî û aramiyê de ne."

Ehmed wiha li gotinên xwe zêde kir: "Di bin sîwana Rêveberiya Xweser de em li navçeya Şedadê di nav ewlehî û aramiyê de ne. Heta ku QSD'ê em ji DAIŞ’ê rizgar kirin, me ewlehî nedît."

Ji aliyê xwe ve endamê Tevgera Civaka Demokratîk ê navçeya Şedadê Mihemed Xelîf tekez kir ku hemû gelên Sûriyeyê li dijî dagirkeriya Tirk yek in û dê destûrê nedin destwerdanên derve.

(şx)

ANHA