Şêniyên Efrînê: Fikrên Ocalan xizmeta hemû gelên Rojhilata Navîn dikin

Şêniyên Efrînê gotin komploya navdewletî ku Rêberê Gelê Kurd kiriye hedef, ji bo têkbirina projeya netewa demokratîk e. Her wiha diyar kirin ku fikrên Ocalan jib o hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareseriyê pêşkêş dike.

Şêniyên Efrînê: Fikrên Ocalan xizmeta hemû gelên Rojhilata Navîn dikin
14 mijdar, 2018   06:52

ARIF SILÊMAN-CAFER CAFO/ŞEHBA

Têkildarî komploya navdewletî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kiriye hedef şêniyên Efrînê nêrînên xwe bi ajansa me re parve kirin. Şêniyan destnîşan kirin ku destwerdana Tirkiyê ya li dijî Efrînê û hermên Bakurê Sûriyê di çarçoveya berdewamkirina komploya navdewletî de pêk hatin.  Dewleta Tirk bi rêya komployê  hewl dide projeya demokratîk û biratiya gelan a ku Ocalan pêşengtiya wê dike têk bibe.

Şêniyê bi navê Mistefa Mihemed diyar kir ku, hedefgirtina Efrînê û êrîşên li dijî wê di çarçoveya berdewamkirina komploya navdeweletî a li dijî kurdan pêk hat û vê komployê jî bi girtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpê kiriye.

Mihemed wiha domand: "Demokrasiya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li pêş dixe xizmeta hemû gelên Rojhilata Navîn, ên ku ji ber siyasetên dewletên kapîtalîzmê azaran dikşînin, dike. Lê dewleta Tirk hertim hewl dide projeyê têk bibe."

Di dawiyê de Mihemed destnîşan kir ku gelê Kurd xwe li gorî felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan birêxistin kiriye û niha bi milyonan bi felsefeya wî ve girêdayî ne.

Ji aliyê xwe ve şêniyê bi navê Ebdulrehîm Ibrahîm tecrîda giran ku li Ocalan hatiye ferzkirin şermezar kir.

Ibrahîm got armanca Ocalan, çareserkirina dozên gelên bindest û bi taybet gelê Kurd e.

Her wiha şêniyê bi navê Xelîl Hemû behsa tevliheviya û qeyrana Rojhilata Navîn kir u got ku, ev tevlihevî di encama siyasetên dewletên ku hewl didin berjewendiyên xwe li herêmê ferz bikin derketiye holê.

Di dawiya gotinên xwe de Xelîl destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdulla Ocalan bi fikra xwe dikare Rojhilata Navîn ji vê tevlheviyê biparêze.

(şx)

ANHA