El Riqûd…Şahideke komkujiyên li ser Ermeniyan

Dêra ermeniyan a li Hesekê ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê hatiye rûxandin. Ev dêr di heman demê de ziyaretgeha heciyên Ermenî ye û ji komkujiyên ku Dewleta Osmanî yên li ser gelê Ermenî pêk anîbûn re şahidî kiriye.

El Riqûd…Şahideke komkujiyên li ser Ermeniyan
El Riqûd…Şahideke komkujiyên li ser Ermeniyan
El Riqûd…Şahideke komkujiyên li ser Ermeniyan
El Riqûd…Şahideke komkujiyên li ser Ermeniyan
El Riqûd…Şahideke komkujiyên li ser Ermeniyan
14 mijdar, 2018   08:11

TELAL HISÊN / HESEKÊ

Bajarokê Mergede bi 90 km dikeve başûrê bajarê Hesekê. Li bajarok çiyayekî bi navê Mergede heye. Di sala 1915’an de Osmaniyan li ser gelê Ermen komkujî pêk anîn. Çiya, yek ji şahidên van komkujiyan e. Di çiyê de gelek gorên Ermenan hene, ji ber wê jî navê El-Riqûd lê hatiye kirin.

Her sal heciyên Ermen di meha Nîsanê de serdana dêra şehîdên Ermen a li Dêrazorê dikin. Piştre berê xwe didin çiyayê Mergede yê di navbera Dêrazor û Hesekê de.

Ji bo girtina agahiyên dîtir der heqê mijarê de ajansa me hevpeyvînek bi nobedarê li ber dêra Mergadeyê Neşmî El-Selîbî re çêkir. El-Selîbî der heqê mijarê de wiha got: "Ev cih di encama xebatên kolandina bingeha dibistaneke seretayî de hate dîtin. Ev cih li ser rêya giştî ya di navbera Dêrazor û Hesekê de ye û wek gireke ji komeke hestiyan pêk tê."

El-Selîbî xuya kir ku her sal Ermen ji hemû aliyên cîhanê ji bo bîranîna şehîdan li vê gore, berê xwe didin Mergedeyê û di salvegera komkujiyê de ayînên olî bi cih tînin. Ev komkujî wek pêngava dawîn a pêngavên koçberkirin û qirkirinê tê hesibandin û di sala 1915'an de pêk hatiye.

“Dêrazor û Hesekê nebûna, ermenî dê qir bibûna!”

El-Selîbî diyar kir ku li çiya goreke sembolîk ku bûye şahîdê qirkirina Ermenan heye. Her wiha destnîşan kir ku li wir çiyayek bi navê 'Himê Maksîn' heye û wiha domand: "Heta roja me ya îro Ermen her tim vê gotinê dibêjin, ne ji Dêrazor û Hesekê bûya wê tu Ermeniyek li ser rûyê cîhanê nemaya."

Di berdewama gotinên xwe de El-Selîbî destnîşan kir ku dema DAIŞ'ê herêm dagir kir, Ermenên herêmê bi kufrê tawanbar kirin û wiha got: "Ji ber ku ez nobetdarê dêrê bûm, li min dan û hestiyekî parsiyê min şikandin. Her wiha dêr bi temamî teqandin. Ji wê demê ve heciyên Ermen nayên Mergedeyê."

Di dawiyê de El-Selîbî bang li aliyên têkildar kir ku serdana cihê gorê bikin û ji nû ve ava bikin. Ji ber ku ew şahidê komkujiyên dagirkeriya Osmaniyan in û wiha pê de çû: "Dagirkeriya Tirk niha hewl dide van komkujiyan dubare bike. Divê aliyên têkildar şûnwarên ku bûne şahidên komkujiya Ermenan biparêzin."

(şx)

ANHA