The Guardian: Îranê bi çalakiyeke leşkerî bersiva cezayên Amerîka dide

Rojnameya The Guardian a Birêtaniyayê ragihand ku Îranê di bersivdayîna cezayên Amerîka de dest bi çalakiyeke leşkerî kir. Her wiha destnîşan kir ku serokê Îranê Hesen Rohanî dibêne ku Îran di rewşeke şer de ye û ev yek tevliheviya li Rojhilata Navîn zêde dike.

The Guardian: Îranê bi çalakiyeke leşkerî bersiva cezayên Amerîka dide
5 mijdar, 2018   11:58

NAVENDA NÛÇEYAN

Îro qonaxa duyemîn a cezayên Amerîka li ser Îranê ket meryetê. Girêdayî mijarê rojnameya The Guardian a Birêtaniyayê diyar kir ku Îranê evan cezayên Amerîka bi perwerdeyên leşkerî yên parastina ezmanî pêşwazî kirin.

Evan cezayên Amerîka li ser Îranê hemû sudden aborî sînordar dike. Rayedarên Îranê ji di van mehên dawî de gefa berdewamkirina geşkirina Uraniyom xwarin.

Cezayên nû bi taybet li dijî petrola Îranê ye û di sala borî de nirxa darayî ya pereyên Îran daket û di encamê de buhaya her tiştî li Îranê bilind bû.

Serokê Îranê Hesen Rohanî îro ragihand ku tevî van cezayan Îran dê petrola xwe derbifiroşe.

Rayedarên Îranê diyar kirin ku Îran dikare li hemberî van cezayan li ber xwe bide. Wezîrê Karên Derve yê Amerîka Mike Pompeo piştrast kir ku cezayên Amerîka li dijî rêjîma Îranê ne û ne li dijî gelê Îranê ne.

Erkdarê karûbarên aborî yê Yekîtiya Ewropayê jî ragihand ku ew li dijî van cezayên Amerîka li ser Îranê ne.

Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê Behram Qasimî got ku Tehran peywendiya xwe bi aliyên ku hevpeymana nuklerî îmzekirine re didomîne, lê rêbaza berdewama bazirganiyê bi Yekîtiya Ewropa re pêdivî bi demekê heye.