Jinên Helebê êrîşa dagirker a Tirkiyê şermezar kirin

Jinên bajarê Helebê êrîşên artêşa Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakurê Sûriyeyê bi tundî şermezar kirin û bang li hemû jinên cîhanê kirin ku ji bo tolhildana zarok Sara û Reşa Bisîs serî hildin.

Jinên Helebê êrîşa dagirker a Tirkiyê şermezar kirin
5 mijdar, 2018   12:09

HELEB

 Di çarçoveya helwestên li dijî destdirêjiya artêşa Tirk a dagirker li herêmên Bakurê Sûriyeyê Şaxê Kongra Star a bajarê Helebê daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê Endama Kongreyê Hena Kirdoş ve li pêşiya Navenda Perwerde û Pêşxistina Hişmendiya Jinan a taxa Eşrefiyê hate xwendin.

Di daxuyaniyê de êrîşên artêşa Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakurê Sûriyeyê bi tundî hate şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan û dagirkeriya Tirkiyeyê li herêmên Sûriyeyê tunekirina rastiya hevgirtina gelên herêmê û projeya netewa demokratîk hedef digire.

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Em weke endamên Kongra Star ên bajarê Heleb soz didin rihê şehîdan ku em ê li ser riya wan têbikoşin û em bang li hemû jinên Sûriye û cîhanê dikin ji bo azadiya Rêber Ocalan û tolhildana zarok Sara û ciwana bi navê Reşa Bisîs serî hildin."

ANHA