Sererastkirina Pira Kevn a Reqayê ber bi dawiyê ve diçe

Piştî xebata 4 mehan, Meclisa Sivîl a Reqayê projeya sererastkirina Pira Kevn a Reqayê ber bi dawiyê ve dibe. Ev pir rêya tekane di navbera bajarê Reqayê û gundewarên wê de ye.

Sererastkirina Pira Kevn a Reqayê ber bi dawiyê ve diçe
25 cotmeh, 2018   08:07

XALID CUMA / REQA

Meclisa Sivîl a Reqayê projeya sererastkirina Pira Kevn a Reqayê didomîne. Piştî xebatan, meclisê beşa çîmento bi dawî kir. Li gorî cîgirê berpirsê projeya sererastkirinê, beşa mezin a  ku hatiye çêkirin hatiye tecrubekirin û tu pirsgirêk piştî sererastkirinê derneketine.

Niha werşeyên kar dest bi amadekirina beşa hesinî bi dirêjahiya 20 metreyan kirine û ew beşa herî xeternak e, ji ber ku li ser çemê Firatê ye. Werşeyên kar ji bo ku karibin bi hêsanî xebatên sererastkirina pirê bimeşînin, aliyê herikîna çem ber bi başûr ve guhertin.

Têkildarî mijarê cîgirê berpirsê projeyê Ebd El-Rehman El-Hesen wiha got: "Em kar dikin da ku pirê vegerînin mîna berê.”

El-Hesen bi bîr xist ku pira çîmento bi rêya derbasbûna erebeyan li ser wê hate tecrubekirin û  encam zor baş bû û wiha dewam kir: “Piştî ku sererastkirina pirê bi dawî bibe, dive barê ku di ser pirê re were derbaskirin ne zêdetirî 4 tonan be.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Pira Kevn a Reqayê navgîna di navbera bajarê Reqayê û gundewarên wê de ye. Eger bi dawî bibe xetereya derbasbûna bi keştiyan, ji holê rabe, nesaxim bi nêzikbûna demsala zivistanê re. Her wiha sererastkirina pirê dê lêçûna çûn û hatinê li ser şêniyan sivik bike.

Di serdema Ebasiyan de navê pirê Pira El-Mansûr bû û ev pir navê xwe ji Xelîfeya El-Ebasî Ebû Cefger El-Mensûr digire. Lê sala 1942'yan Brîtanyayê di Şerê Cîhanê yê Duyemîn de, dema dagirkirina Sûriyeyê, pir ji nû ve ava kir û û navê Gît lê kir. Dirêjahiya wê 630 metre ye û li ser çemê Firatê re ber bi başûr ve derbas dibe.

(şx)

ANHA