Çîrokên xapandina zarokên di nav DAIŞ'ê de

Zarokên ku DAIŞ’ê xapandibûn sedemên tevlêbûna xwe di nav refên DAIŞê de vegotin. Zarokan diyar  kirin ku piştî tev li DAIŞ’ê bûne poşman bûne, lê belê ji ber tirsa kuştinê nekarîne xwe jê xilas bikin.

Çîrokên xapandina zarokên di nav DAIŞ'ê de
25 cotmeh, 2018   07:58

HESEKÊ

Komîteya Têkiliyên Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi însiyatîfa Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, beriya niha bi du rojan 102 kes ku bi sûcê endamtiya DAIŞ'ê hatine tawanbarkirin, serbest berdan.

Di vê çarçoveyê de ajansa me hevpeyvînek bi du zarokên bi navên Mihemed Necar û Ebd El-Mudahî Hamadî re ku tev li DAIŞ'ê bûbûn, çêkir.

Mihemed Necar

Mihemed Necar 18 salî ye û ji bajarê Helebê ye. Di sala 2016'an de tev li DAIŞ'ê bûye. Yanî dema ku 16 salî bû tev li nava refên DAIŞ`ê bû.

Mihemed Necar sedemên tevlêbûna xwe wiha rave kirin: "DAIŞ'ê herêma me dagir kir, kêmbûna rêjeya bêkariyê û ji bo ku em debara malbatên xwe peyda bikin ez û birayekî xwe tev li DAIŞ'ê bûn."

Zarokên dewlemendan di rêvebriyan de û yên xizanan di xendekan de

Necar wiha domand: "Ruxmî temenê min ê biçûk min di eniyên şer de cihê xwe digirt. Lê zarokên dewlemendan û serçeteyan di rêveberiyan de bûn. Lê ciwanên xizan di xendekan de bûn."

Mihemed Necar di dirêjahiya dema tevlêbûna wî di nav refên DAIŞ'ê de, bûbû şahidê zilma DAIŞ'ê der heqê sivîlan de û ev tişt anî ziman: "Ji me re her tim behsa ol, cîhad û şerê li dijî kafiran dikirin. Lê piştî tevlêbûnê min berovajî wan îdiayan dît."

Necar rêwîtiya koçberkirinê ji Heleb û Reqa heta Dêrazorê domandiye, di dawiyê de tevî birayê xwe, xwe radestî Hêzên Sûriyeya Demokratîk kiriye. Necar teqez kir ku danûstandina QSD'ê bi wan re baş bû û ji bilî wê danûstandinê û teşwîqkirina avakirina civakê nedîtin.

Ebd El-Mudahî Hamadî

Ebd El-Mudahî Hamadî yê 17 salî ji bajarê Dêrazorê ye. Ji bo qezenckirina pereyan, beriya 2 salan tev li nava refên çeteyên DAIŞ'ê bûye. Yanî wê demê temenê wî 15 salî bû.

Ebd El-Mudahî çawa tev li DAIŞ'ê bûye ji me re vegot: "Piştî ku li mizgeftê bi hinceta cîhadê em teşwîqî  tevlêbûnê dikirin, min ji wan bawer kir û paşê ez ji nav sûkê birim. Wê demê tevî komeke ji 20 kesan em tev li DAIŞ'ê bûn."

3 bira; yek endamê DAIŞ’ê, yên din şehîdên QSD’ê

Dema ku Ebd El-Mudahî li gel DAIŞ'ê bû, ji bo mehekê tev li dewreya perwerdeya leşkerî ya bikaranîna çekan bû. Di çîroka Ebid El-Mudahî de ya ku bala mirov dikişîne, 2 birayên wî di nav refên QSD'ê de şehîd bûne. Ebid El-Mudahî diyar kir ku haya wî ji vê yekê hebû û wiha got: "Min ev tişt dizanibû. Lê DAIŞ'ê her kesê ku direvî digirt, îşkence lê dikir û hin caran jî dikuşt. Ji ber wê ez ditirsîm ku birevim."

Hemadî bi bîr xist ku piraniya fermendarên wan ji çeteyên biyanî bûn, qaşo bi navê El-Muhacirîn tên binavkirin. Emîrê koma wî tunisî bû û bi navê Ebû Ebdullah El-Tunisî dihat naskirin.

Ciwanê bi navê Ebd El-Mudahî Hemadî tevî malbata xwe ji herêma Dêrazorê beriya salekê bi rêya qaçaxciyekî reviyan û xwe gihand herêmên di bin parastina QSD'ê de, beriya ku li Kampa Erîşe ya koçberên Dêrazorê ya gundewarên bajarê Hesekê li herêma Cizîrê were girtin.

Têkildarî dema girtina wî li gel QSD'ê Ebd El-Mudahî wiha got: "Di vê demê de ez tev li Navenda Hûrî ya Çand û Hunerê bûm. Min gelek sûd ji waneyan wergirt. Ez pê nehesiyan ku ez xerîb im. Ez spasiya keda wan ji bo guhertina kesayeta xwe dikim."

(şx)

ANHA