Bi vîneke xurt ji bo parastina çanda xwe tê dikoşin

Bi armanca xurtkirina tevgera çand û hunerê û rê li ber hewldanên dagirkeran ji bo tunekirina çand û toreya gelê Kurd ya Efrînê bigirin, komên hunerî li Şehbayê xebat û têkoşîna xwe ji bo parastina çand û hunerê didomînin.

Bi vîneke xurt ji bo parastina çanda xwe tê dikoşin
Bi vîneke xurt ji bo parastina çanda xwe tê dikoşin
Bi vîneke xurt ji bo parastina çanda xwe tê dikoşin
Bi vîneke xurt ji bo parastina çanda xwe tê dikoşin
Bi vîneke xurt ji bo parastina çanda xwe tê dikoşin
Bi vîneke xurt ji bo parastina çanda xwe tê dikoşin
Bi vîneke xurt ji bo parastina çanda xwe tê dikoşin
Bi vîneke xurt ji bo parastina çanda xwe tê dikoşin
25 cotmeh, 2018   08:18

CAFER CAFO-XANDÎ ELO / ŞEHBA

Gelê Kurd li herêmên Rojava rastî înkar, çewisandina çand û ziman û pişaftinê di dema serweriya rêjîma Baas de hatiye. Niha ev hewldan ji aliyê dagirkera Tirk ve li Efrînê didome. Lê gelê Kurd bi armanca parastina çand, huner û zimanê xwe di hemû waran de têkoşînê didomîne.

Di salên şoreşa Rojava de ku di 19'ê Tîrmeha 2012'yan de dest pê kiriye, beşên hunerî û çandî li Efrînê bi awayekî berbiçav bi pêş ketin. Gelek komên hunerî û yekitiyên çandî hatin avakirin û her wiha gelek mîhrîcan û çalakiyên hunerî û çandî hatin orgenîzekirin.

Di 20'ê Çileya îsal de, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê êrîşeke berfireh li dijî Efrînê dest pê kir. Dagirkeran di êrîşên xwe de dîrok, çand û toreya Efrînê bi armanca qirkirina nasnameya civakê kirin hedef. Di encama van êrîşan de di 18'ê Adarê de şêniyên Efrînê neçar man ji malên xwe derkevin û berê xwe dan Şehbayê.

Di encama dagirkirina Efrînê de dagirkeran bi zanabûn şûnwarên kantonê wêran kirin û di hewldanekê de ji bo tunekirina dîroka Efrînê ya kevnar çanda Efrînê hewl didin tune bikin. Bi armanca rê li ber van hewldan û binpêkirinan bê girtin, Desteya Çand û Hunerê ya Til Rifatê li Şehbayê îro dixebite û hewl dide çand û kultura herêmê biparêze.

Ruxmî derfetên kêm ên aborî, Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Efrînê rojane ji bo xurtkirina tevgera çandî û hunerî bi rêya jinûvebirêxstinkirina komên hunerî di hemû weran de dixebite. Di dema niha de 6 komên hunerî girêdayî desteyê ne. Ji ber tunebûna navenda perwerdeyê, odeyek ji navenda komîna Til Rifatê bi vê mebestê hate diyarkirin. Kom li gorî rêzê perwerdeyên xwe dimeşînin.

Têkildarî komên govendê, koma kesên temenmezin bi navê 'Kevneşopî' heye. Ev kom di çalakiyên hunerî û çandî de ku car caran li dar dikevin, berhemên xwe yên hunerî pêşkêş dikin. Her wiha komên zarok, ciwan û komeke taybet a jinên ciwan hene. Ev kom ji bo beşdarbûna çalakiyan, perwerdeyên xwe dimeşînin.

Têkildarî mijarê di hevpeyvîneke li gel ajansa me de endamê rêveber ê Desteya Çand û Hunerê ya Til Rifatê Rêzan Bekir destnîşan kir ku dagikera Tirk di êrîşên xwe de li dijî Efrînê çand, tore û dîroka gelê Kurd bi armanca tunekirina hebûna Kurd kir hedefa xwe.

Rêzan wiha domand: "Divê em li ber xwe bidin da ku kultura xwe biparêzin. Ji ber wê û ruxmî derfetên kêm û tunebûna navendeke taybet, em xebatên xwe bi armanca parastina kultura xwe ji qirkirinê berdewam dikin."

Ji aliyê xwe ve endama koma 'Çiyayê Mîra' ya stranê Evîn Bîlal, destnîşan kir ku dagirkera Tirk di radeya yekemîn de çand û hunera Efrînê kir hedef û wiha got: "Karê ku niha em dimeşînin bersiva wan binpêkirinan e û heta rizgarkirina Efrînê em ê bixebitin. Bi bawerî û vîneke xurt em kar dikin û tê dikoşin."

(şx)

ANHA