‘Kesê piştî De Mistura, divê destûreke ku nûnertiya gelên Sûriyeyê dike, saz bike’

Hevseroka Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Sîham Qeryo da zanîn ku divê kesê piştî De Mistura were erkdarkirin, destûreke ku nûneriya hemû gelên Sûriyeyê bike, saz bike.

‘Kesê piştî De Mistura, divê destûreke ku nûnertiya gelên Sûriyeyê dike, saz bike’
25 cotmeh, 2018   06:43

TIRKÎ EL-KALIT-MIHEMED EL-EHMED / GIRÊ SPÎ

Hevseroka Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Sîham Qeryo di demekê de ku nûnerê navneteweyî yê ji bo Sûriyeyê Staffan De Mistura îstîfaya xwe radest kir û li şûna wî kesekî din dê were erkdarkirin, ji ajansa me re axivî.

Di destpêka gotinên xwe de Sîham destnîşan kir ku pêwîst e hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tev li amadekirina destûreke nû j bo Sûriyeyê bibin û ev tişt got: “Divê kesê piştî De Mistura were erkdarkirin, destûreke ku nûneriya hemû gelên Sûriyeyê bike, saz bike.”

Sîham wiha domand:"Divê hemû cîhan rola QSD`ê ku ji hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tê, di rizgarkirina zêdetirî ji sedî 30 ji xaka Sûriyeyê ji dagirkeriya çeteyên DAIŞ`ê nas bike.”

Hevseroka Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku dewleta Tirk bi rêya 'kaxizên zextê' hewl dide wan ji tevlêbûna xebatên siyasî yên navneteweyî dûr bihêle û wiha got: "Dewleta Tirk dixwaze rola Rêveberiyên Xweseriya Demokratîk a pêşeng û girîng a di bin banê Meclisa Sûriyeya Demoktaîk (MSD) de ji ber çavan veşêre."

Her wiha Sîham bêdengiya navdewletî li hemberî dagirkirina Efrînê û binpêkirinên wê yên hovane der heqê şêniyan de şermezar kirin.

Sîham Qeryo destnîşan kir ku dagirkirina dewleta Tirk ji Efrînê re, binpêkirina serweriya xaka Sûriyeyê ye û bi van gotinan dawî li nirxandina xwe anî: “Berjewendiyên aborî, leşkerî û siyasî di navbera dewletên herêmî û cîhanî de, bêdengiyê li hemberî binpêkirinên ku tenê gelê Sûriyeyê temenê wê didin, rewa dike.”

(şx)

ANHA