Li Helebê di navbera çeteyan û rejîmê de şer rû da

Îro ji saetên êvarê de, li aliyên bajarê Helebê di navbera hêzên rejîma Sûriyê û çeteyên ku li herêma Kefer Hemra bicih bûne, topbaran dewam dike.

Li Helebê di navbera çeteyan û rejîmê de şer rû da
24 cotmeh, 2018   21:01

HELEB

Çavkaniyekî ji bajarê Helebê ragihand ku hêzên rejîma Sûriyê ji herêma El-Mehleb a Helebê herêma Kefet Hemra ku çete têde ne, bi 40 mûşekî topbaran kir.

Heman çavkanî eşkere kir ku çeteyan jî bersiv da û taxa Heleba Nû û mefreqa Fakulteya Zanyarî topbaran kir. Heman çavkanî teqez kir ku di encamê de birîndar çêbûn.

Ji aliyekî din ve jî li eniya Cemiyet El-Zehra jî şer di navbera hêzên rejîmê û çeteyan de derket.

(kc)

ANHA