Koalîsyona Navdewletî tevlêbûna MSD’ê di Cinev û amadekirina destûra nû de tekez kir

Çavkaniyek ku beşdarî civînên şandeya Koalîsyona Navdewletî bi serokatiya James Jeffrey bû, diyar kir ku Koalîsyona Navdewletî ji bo tevlêbûna Rêveberiya Xweser û MSD’ê di danûstandinên Cinevê û amadekirina destûra Sûriyeyê de bi israr in.

Koalîsyona Navdewletî tevlêbûna MSD’ê di Cinev û amadekirina destûra nû de tekez kir
25 cotmeh, 2018   06:54

NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeyeke peyabilind bi serokatiya şandeyê Amerîkayê yê Sûriyeyê James Jeffrey bi armanca lêkolînkirina rewşa herêmê û aramiya wê û şêwazên tevlêbûna Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) di gotûbêjên destûra Sûriyeyê de û beşdarbûna Cinevê serdana herêmêm Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.

Çavkaniyên ji hundirê civînên ku li bajarên Minbic, Eyn Îsa û Reqayê hatine lidarxistin tekez kir ku şandeyê nameyek ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, meclisên herêmî û Meclisa Sûriyeya Demokratîk re di çarçoveya berdewamkirina desteka manewî û lojîstîk de pêşkêş kir.

Her wiha çavkanî got şandeyê Amerîkayê di hevdîtinan de tekez kiriye ku koalîsyon dê piştgiriya xwe bi hevkarên xwe di aliyên siyasî û leşkerî de bidomîne. Her wiha heman çavkanî destnîşan kir ku Jeffrey tekez kiriye ku ew ji bo beşdarbûna Rêveberiya Xweser û Meclisa Sûriyeya Demokratîk di danûstandinên Cinevê de û tevlêbûna wê di amadekirina destûra nû ya Sûriyeyê de dixebitin.

Ji aliyekî din ve heman çavkanî ji ajansa me re destnîşan kir ku şande di civînan de tekez kiriye ku koalîsyona navdewletî dê parastina herêmê ji hemû êrîşan bike. Her wiha çavkanî diyar kir ku şande tekez kiriye ku bi awayekî cidî li saziyên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine avkirina dinêrin û wiha domand: "Mîna ku şirîkên QSD'ê di aliyê leşkerî de bûn, niha gavên siyasî diavêjin."

Çavkanî got ku nameya Jeffrey zelal bû û ew jî girêdayî karkirina ji bo tevlêkirina Rêveberiya Bakurê Sûriyeyê di destûra Sûriyeyê de, derxistina hêzên din ji Sûriyeyê û bicihanîna çareseriya siyasî bû. Her wiha Jeffrey diyar kir ku ew heta çareserkirina aloziya Sûriyeyê dê li herêmê bimînin û dê nehêlin tu aliyek mudexeleya van herêman bike û bi taybet herêmên ku QSD'ê bi hevkariya hêzên koalîsyonê rizgar kirine.

(şx)

ANHA