Sedam El-Mihemd bi merasîmeke bi heybet hate oxirkirin

Bi sedan gelê  navçeya Dêrikê, Girkê Legê û Til Koçer cenazeyê şerevanên QSD`ê Sedam El-Mihemed ê ku di qonxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya bi navê "Şerê Tinekirina Terorê" şehîd bû li Goristana Şehîdan a Til Koçerê veşartin.

Sedam El-Mihemd bi merasîmeke bi heybet hate oxirkirin
Sedam El-Mihemd bi merasîmeke bi heybet hate oxirkirin
Sedam El-Mihemd bi merasîmeke bi heybet hate oxirkirin
21 cotmeh, 2018   17:00

QAMIŞLO

Bi hezaran şêniyên navçeya Dêrik, Girkê Legê û Til Koçer cenazeyê şervanê QSD`ê Sedam El-Mihemed ji nexweşxaneya Şehîd Hogir a bajarê Dêrikê wergitin û bi karwanekî ber bi goristana şehîdan a Til Koçer ve ketin rê.

Merasîm bi rêzgitin dest pê kir her wiha şervanên QSD`ê toreneke leşkerî lidar xistin. Paşê bi navê hêzên leşkerî yek ji fermandarn YPG`ê Ebûd Til Koçer axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest. Til Koçer destnîşan kir ku bi saya şervanan herêm ji çeteyan hate rizgarkirin û diyar kir ku şervan ji bo azadî û aramî li herêmê pêk were li hemberî çeteyan berxwedaneke bê hempa didim meşandin.

Ebûd Til Koçer di dawiya axaftina xwe de soza şopandina rêya şehîdan da.

Her wiha bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Koçer Ehmed Seyid destnîşan kir ku şehîd ên ku moral didin mirovan û wiha domand: "Pêwîste em heta dawiyê li ser rêya wan bimeşin da ku azadiya gelê herêmê bidest bixin û destkeftiyên ku bi saya şehîdan hatine bidestxistin biparêzin."

Paşê wesîqeta şehadeta şehîd Sedam El-Mihemed hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Di dawiyê de cenazeyê şervanê QSD`ê Sedam El-Mihemed di nava tilîlî û dirûşmeyan de hate veşartin.

(bx)

ANHA