ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22 .10.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22 .10.2018
22 cotmeh, 2018   04:00

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ku ji aliyê QSD‘ê ve hatiye destpêkirin dê were şopandin.

-20 şervana bi serkêşiya Mezlûm Dogan li hemberî êrîşên hêzên dagirker ên li ser Efrînê tektîkeke nû dane meşandin û êrîşên dagirkeran şikandin. Bi rihê fedekarî û li gel birînbûna xwe qada şer bernadin, fermandarê çalakiyê ku 4 caran birîndar dibe qala çalakiyên şervanan ên li navçyea Şêrawa û Cindirêsê li dijê dagirkeran dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şervanê YPG’ê Mistefa Ehmed piştî 4 salan ji rizgarkirina bajarê Kobanê, di nava kolan û muzexaneyê de çîrokên hevalên xwe bi bîr tîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Rewşenbîrên navçeya Dirbesiyê bêdengiya rêxistinên mafên mirovan a li hember tecrîda giran ku dewleta Tirk li dijî Ocalan ferz kiriye, şermezar kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Dagirkerên Efrînê mal û mikên şêniyên talan dikin û li herêmên ku dagirkirina di mazatan de difroşin.

DOSYA

- Aloziya Yemenê pirsgirêkeke girêkok e û gelek alî ketine nava hev û du û ji du beşan hundirîn û derve pêk tên. Beşa yekemîn girêdayî şerê desthilatdariyê di navbera hêzên Yemenê de ye û beşa duyemîn jî girêdayî nakokî û şerê herêmî û taybet di navbera Siûdiyê û Îranê de ye ku di rewşeke veguhastina ber bi sîstemeke navneteweyî ya nû û pirbilok de pêşbirka rola herêmî dikin.

JIN

- Emîne û neviya xwe Fatme, êş û kederên bajarê xwe hilgirtin û neçar man koçber bibin. Her duyan diyar kirin ku tiştên lê rastî hatine nayên ji bîrkirin û ew ê serî xwe ji êrîşan netewînin û dest ji rêgezên xwe bernadin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ÇAND Û HUNER

- Yekitiya Rewşenbîrên herêma Cizîrê helbestvanê Kurd Cegerxwîn di salvegera 34‘an a wefata wî bi bîr tînin. Bîranîn li navneda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo tê lidarxistin, saet 15:00. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Komîteya Çand û Hunerê ya Minbicê bi dirûşmeya "Bi hev re em bistêrn û çanda gelan silav bikin" yekemîn  mîhrecana stranan li dar dixe, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên gundê Til Şeîr diyar kirin ku helbestvanê Kurd Cegerxwîn bandoreke mezin li wan kir û destnîşan kirin ku armanca Cegerxwîn gelê Kurd hişyar bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Jenyarê bizqê Umer Mehmûd ji zarokatiya xwe ve ji ê lêdana bizqê hez dike, ruxmî gelek astengiyan li pêşiya wî derketin lê mûzîkê berdewam kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

- Şaredariya Gel a taxa Şêxmeqsûd bi hatina zivistanê re gelek proje bi cih anî. Her wiha ji bo berdewamkirina projeyên sererastkirinê gelek plan danî. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Kluba Kaniya Kobanê hewl dide, zarokên xwedî arezû û karînên werzîşî ava bike, da ku di pêşerojê de bibin lîstokvanên serketindar di warê futbolê de li kantona Kobanê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Komîteya Çandiniyê ya Kantona Şehbayê ji bo sala 2018-2019`an û ji bo pêşxistina warê çandiniyê plansaziyek çandiniyê danî. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Berpirsyarê Mala Kooperatîfan a Serêkaniyê Fadil Bozan diyar kir ku gelê herêmê bi salan e di sîstemeke bazara şexsî de jiyaye û heta niha baş fêrî sîstema kooperatîfan nebûye û wiha got: “Divê gel di vî alî de bê perwerdekirin.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA