Şêniyên Babê nerazîbûn nîşanî hêzên dagirker da

Şêniyên herêma Babê li dijî binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê xwepêşandan li dar xistin.

Şêniyên Babê nerazîbûn nîşanî hêzên dagirker da
21 cotmeh, 2018   14:30

ŞEHBA

Binpêkrirnên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê li herêmên Bakurê Sûriyê yên ku dagirkirine didomin.

Çavkaniyên herêmî ji Babê ragihandin ku çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker sivîlek ji navçeya Exterînê ya girêdayî herêma Babê revandin. Li gorî wan çavkaniyan çeteyan li sivîl dane, êşkence kirine û ber bi cihekî ne diyar ve birine.

Heman çavkaniyan teqez kirin ku çeteyên artêşa Tirk a dagirker zevî û hilbirînên zeytûnê yên malbatên Kurd ên gundên herêma Babê (Şêx Cirih, Belîx, Kiêbe, Sosinbat, Sidûd, Burc, Kelbîn û Naman) desteser kirine.

Ji aliyekî din ve çeteyan 100 hezar lîreyên Sûrî bi navê "Bace" li malbatan ferz dikin.

Şêniyên herêma Babê bi hemû pêkhateyên xwe li hemberî van binpêkirinên xwepêşandan li dar xistin û bang li hêzên dagirker kirin ku ji herêmê derkevin.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku artêşa Tirk a dagirker ji herêmên Şehbayê ku dagirkirine bi sedan sivîl revandine û bi sedan malbat, bi taybet malbatên Kurd koçber kirin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê ji destpêka ku Efrînê dagirkirina ve zêdetirî 2 hezar û 350 sivîl revandiye û çarenûsa 835 sivîl ne diyar e. Di nav de 139 jin. Her wiha zêdetirî 4 hezar û 500 darên zeytûnan desteser kirine.

(şx)

ANHA