Di xeta pêkanîna tifaqa Idlibê de nezelalbûyîneke heye

Di xeta pêkanîna tifaqa Idlibê de nezelalbûyîneke heye, Rûsya hefteyeke muhlet da Enqera da ku komên çete çekên xwe ji "Herêma Bêçek" vekşîne, her wiha Washingotin der barê rojhilatê Sûriyê de stratîjiyeke nû amade dike, li Lubnan û Iraqê jî xebatên siyasî ji ber nakokiyên bilokan têne astengkirin.

Di xeta pêkanîna tifaqa Idlibê de nezelalbûyîneke heye
21 cotmeh, 2018   04:20

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di vê hefteyê de behsa rewşa dawî li Idlibê û pêkanîna hevpeyaman Rûsya û Tirkiyê  kirin. Rojnameyan bal kişandin ser xebatên avakirina hikûmeta Iraqê û behsa têkliyên Amerîka û Tirkiyê  kirin.

El-Quds El-Erebî: Heyet Tehrîr El-Şam nîşana erêkirina hevpeymana Idlibê dide

Rojnameya El-Quds El-Erebî behsa helwesta çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam ji hevpeymanê Idlibê kir û got ku mezintirîn koma radîkal di Sûriyeyê de nîşan daye ku dê hevpeymanê erê bike da ku rê li pêşiya êrîşa rêjîma Sûriyeyê li dijî Idlibê bigire.

Heytet Tehrîr El-Şam ragihand ku dê helwesta xwe piştî şêwira xwe bi pêkhateyên din ên şoreşê re kirine, nîşan daye. Tevî ku Heyet Tehrîr El-Şam zelal nîşan neda ku dê hevpeymanê qebûl bike, lê da zanîn ku hewl dide ewlehiya welatiyên herêmê biparêze û got ku ew xebatên herêmî ku nîşanî Tirkiyeyê dike, spas dike.

El-Heyat: Waşinton graniya xwe dide pêkanîna lihevhatinekê li Sûriyeyê

Rojnameya El-Heyat diyar kir ku duh di navbera Mosko û Enqereyê de hevpeymanek pêk hat û muhleta pêkanîna qonaxa duyemîn a hevpeymana Idlibê dirêjtir kir. Waşintonê jî ji bo çalakiya siyasî ya cemidandî di Sûriyeyê de tevbigerîne dixebite. Wezîrê karên Deve yê Rûsyayê Sergî Lavrov vexwendinek ji serokê Sûriyeyê Beşar El-Esed re şand da ku serdana Rûsya û El-Qurim bike."

Şerq El-Ewsat: nerbûneke Rûsî bi Enqereyê re li Idlibê

Rojnameya Şerq El-Ewsat diyar kir ku piştî muhleta vekişandina tabûrên radîkal ji devera bê-çek bi dawî bû, radîkalan baregehên xwe vala nekirin, Mosko duh nermbûneke xwe nîşan da û muhleteke nû da Enqereyê da ku hevpeymana Rûsya û Tirkiyeyê pêk bîne. Berdevkê Kirêmlên Demitrî Pîskov girêdayî mijarê wiha got: "Li gorî agahiyên ku em ji leşkerên xwe werdigirin hevpeyman tê pêkanîn û artêşa me ji tevgera Tirkiyeyê razî ye." Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê jî ragihand ku duh ti vekişandin û dewriye li devera bê-çek pêk nehatine û heta niha qonaxa duyemîn a hevpeymanê pêk nehatiye û ti nîşanên pêkanîna wê jî tune ne.

El-Şeriq El-Ewset: Washingto amadekariyê nexşeriya stratîjîk ji bo Sûriyê dike

Rojnameya El-Şeriq El-Ewset têkildarî rewşa Sûriyê û tevegera Rêveberiya Trump a amadekirina neşxeriya xwe li Sûriyê di manşêteke xwe de ev tişt diyar kir: "Çavkaniyekê duh teqez kir ku Serokê Amerîka Donald Trump ji saziyên Amerîkî xwest ku der barê nexşerî û pêkanîna stratîjiya xwe li Sûriyê de pêşniyarên xwe pêşkêş bike. "

Di berdewama nûçeyê de hate gotin, "Stratîjiya heyî, ji mayîna hêzên Amerîkî yên Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ'ê li rojhilatê çemê Firatê, bargeha Tenef a li goşeya sînorê Sûriyê- Iraq û Urdinê bimîne da ku 3 armancên xwe pêk bîne: Tunekirina DAIŞ'ê bi temamî û nehêle careke din derkeve, xelasbûna ji hêzên Îranê û milîsên wê û pêvajoya çareseriya siyasî bi sponseriya Neteweyên Yekbûyî li gorî  biryara navdewletî ya 2254. "

El-Heyat: Nakokiyên der barê Sûriyê de texmînên ji lutkeya çaralî dixe fikaran

Têkilarî civîna li Tirkiyê ya girêdayî Sûriyê rojnameya El-Heyat wiha nivîsî: "Kêmbûna cudahiya nêrînên ewil ên têkildarî Sûriyê di navbera Mosko, Enqere, Berlîn û Parîsê de texmînên ji lutkeya çaralî kêm kir, hate diyarkirin ku civînê de 27'ê vê mehê li Setnbolê were lidarxistin, ev civîn dê piştî serdana Nûnerê Navdewletî yê li Sûriyê Stffan De Mistura ji bo Sûriyê pêk were, ku tê payîn roja çarşema bê ji bo gotûbêjkirina mijara destûra Sûriyê pêk kirin tê, civîna çaralî di heman dema serdana şandeya danûstandinên Sûrî ji bo Sûriyê dê pêk were."

Iraq

Girêdayî mijarên Iraqê  rojnameya El-Ereb behsa xebat û çalakiya siyasî ya avakirina hikûmeta nû kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Adil Ebid El-Muhdî mafê partiyan a pêşniyarkirina wezîran qebûl nekir".

Rojnameya Şerq El-Ewsat jî behsa xebatên Adil Ebid El-Muhdî ya avakirina hikûmeta nû û pêşkêşkirina bernameya wê ji parlemanê re kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Hikûmeta Iraqê hefteya bê ava dibe".

Girêdayî çalakiya siyasî ya avakirina hikûmeta Iraqê ya nû rojnameya El-Ereb manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Partiyên Şîayî, Sunnî û Kurdî Adil Ebid El-Muhdî der barê derbaskirina ajandeyên El-Sedir de hişyarî dan."

Lubnan

Der barê çalakiyên siyasî û xebatên avakirina hikumeta Lubnanê de rojnameya El-Ereb behsa astengiyên li pêşiya avakirina hikumetê kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Astengiyên Hizbullahê li pêşiya hêviya avakirina hikumeta El-Herîrî derdikevin."

Yemen

Der barê mijar û aloziya Yemenê de rojnameya El-Ereb behsa xebatên şandeyê navnetewî Martin Griffith a peydakirina çareseriyekê ji aloziya Yemenê re kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Griffith çarçoveya şêwra xwe der barê çalakiya aştiyê li Yemenê firehtir dike".

Filistîn

El-Heyat: Meşa Vegerê ji derveyî lihevkirinan  e û Hemas du daxwaznameyên Misrê qebûl nake

Têkildarî rewşa Filistînê, rojnameya El-Heyat diyar kir: "Di çaroveya lihevkirinên di navbera Misr û Hemasê de, şandeya Misrê di hevdîtinekê de ku beriya du rojan li Xezayê pêk hatibû dawaz ji Hemas kir ku rewşa meydan displin bike û windahiyan kêm bike û nêzî  bijminê ku hêza xwe li ser sînor bi cih kirine nebe. Çavkaniyekî Filistînî ji Heyatê de diyar kir ku Hemas du daxwazên şandeya Misrê ne pejirand, yek rawestandina meşan û dûrketina ji sînorê dirêjahiya 500 mîteryî."

El-Şeriq El-Ewset: Trump bi suprayzên peymana serdemê Ebas teşwîq dike

Rojnameyê got: "Serokê Amerîka Donald Trump peyameke bi nûnerê xwe  taybet ji Serokê Filistînê Mehmûd Ebas re sand, tê de pêşniyar dike ku bi ekîpa xwe ya taybet bi Rojhilata Navîn re li diyalogan veke û dibêje: "Peymana serdemê ya ku rêveberî amade dike, suprayzeke e."

Girêdayî karûbarên Filistînê jî rojnameya El-Heyat behsa êrîşên Îsraîlê li dijî herêmên Xeza û şermezarkirina Tevgera Hemas kir û maşêteke xwe wiha bi nav kir: "Hemas êrîşên Îsraîlê bi fûzeyan şermezar kir.

Têkliyên Tirkiye û Amerîka

Der barê mijara têkliyên Tiriye û Amerîka de rojnameya El-Ereb behsa rewşa dawî piştî serbestberdana keşeyê Amerîkî Androw Bronson kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Trump hêviyên Erdogan a derbaskirina cezayên Amerîka şikand."